10 sal ceza ji Bîrtek û Balta re hate birîn

10 sal û 6 meh ceza li Bermal Bîrtek û Ergîn Balta yên DBP’yî hate birîn.

Dadgeha Îstînafê ya Erziromê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê endamên berê yên meclîsa partiyê ya DBP’ê Bermal Bîrtek û Ergîn Balta betal kiribû daxwaz kiribû ku bila dîsa werin darizandin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê ya 2’emîn hate kirin.

Bîrtek a di Girtîgeha Sîncanê de û Balta yê di Girtîgeha Tîpa L a Patnosê de bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn.

Heyeta dadgehê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Bîrtek û Balta birî.