1'ê Hezîranê xeta xiyanetê berteref kir

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Kerkûkê: Bi pêngava 1'ê Hezîranê re xeta nokerî û xiyanetê ya li Kurdistanê berteref bû. Derket holê ku ev xet nikare li nava Kurdan bi ser bikeve.

Gerîlayên HPG û YJA Stare yên li Kerkûkê, di salvegea 13. de Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an nirxandin.

Gerîlaya YJA Starê Nûjiyan Mako bibîr xist ku ji aliyê leşkerî û siyasî ve hewl dihat dayin Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bê tevizandin û got, "Weke tevgerê, 1'ê Hezîranê ji bo me girîng e. Dijminê dagirker dixwest tevgerê tine bike, bike ku tevger ji aliyê siyasî û leşkerî ve nikaribe li Kurdistanê tevbigere. Bi çalakiyên hevalan armancên dijmin li bin ket. Di roja îro de jî ev binketin tê dîtin. Bi hezaran hevalên me canê xwe dan. Li dijî vê dagirkeriyê, me şerekî leşkerî û siyasî dan meşandin. Ev têkoşîna me di roja îro de jî dewam dike. Ev meh ji bo me meheke girîng e. Em ê hîn bêhtir çalakiyên xwe xurt bikin û siyaseta dijmin li bin bixin."

PÊŞÎ LI TASFIYEKARIYÊ HATE GIRTIN

Gerîlayê HPG'ê Baz Mordem jî destnîşan kir, ku 1'ê Hezîranê hem ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd, hem jî ji bo gelê Kurd demeke girîng e û ev nirxandin kir: "Bi rastî jî ew xeta xiyanetê, xeta tasfiyekariyê ku li ser rêxistinê hate ferzkirin, bi pêşengiya Rêber Apo, bi mudaxleya Rêber Apo hate berterefkirin. Mirov dikare vê di serî de bêjin. Bêguman vê yekê bi xwe re gelek guhertin û veguhertin anî. Di asta jinûve avabûnê de gelek guhertin û veguhertin pêk hat û di performansa şer de, di asta çalakiyan de guhertinên bingehîn çêbûn. Yanî ev da nîşandan; bi rastî jî li Kurdistanê xeta nokeriyê, xeta xiyanetê çawa di 15'ê Tebaxê de hate berterefkirin, di dîroka têkoşîna me de, di Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an de dîsa hate dîtin, ku tasfiye ti carî di nava tevgera me de, li hemberî gelê me bi ser nakeve. Îro guhertinên li Rojhilata Navîn çêdibin, bi taybetî şoreşa Kurdistanê û hêviyên gelan ji tevgera me ji nû ve mezin bûne, ji nû ve bilind dibin. Li ser vî esasî, divê em girêdana hemû şoreşên pêk tên bi 1'ê Hezîranê re bibînin. Îro jî girîngiya xwe pir watedar e. Ji bo gelan hêviyeke herî mezin e. Ji bo hêza gerîla di asta fedayîtiyê de ev performansa şer li hemberî dagirkeriyê tirseke mezin derdixîne holê."