Endama Meclîsa KJAR'ê Cîhan Çiya û endama Meclîsa PAJK'ê Şehrezat Hasret Zîlan bibîr anîn û gotin, "Zîlan, komploya navneteweyî ya li hemberî Tevgera Azadiyê û Gelê Kurd, ku di şexsê Rêber Apo de hat kirin, pûç kir."
ROSA IKARUS
BEHDÎNAN
pêncşem, 30 pûşperê 2016, 07:10
Endama Meclîsa KJAR'ê Cîhan Çiya û endama Meclîsa PAJK'ê Şehrezat Hasret Zîlan bibîr anîn û gotin, "Zîlan, komploya navneteweyî ya li hemberî Tevgera Azadiyê û Gelê Kurd, ku di şexsê Rêber Apo de hat kirin, pûç kir."
Çiya û Şehrezat, çalakiya fedayî ya 30'ê Hezîrana 1996'an a Zîlan (Zeynep Kinaci) ji ANF'ê re nirxandin.
Çiya, êrîşa bombeyî ya 3'ê Hezîranê, ku hewl hat dayîn bi wesayîteke tijî TNT li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şamê bê kirin bibîr xist û got, "Hevala Zîlan bi vê çalakiya xwe bersiv da hemû êrîşên di şexsê Rêber Apo de dihat xwestin li hemberî Tevgera Azadiyê werin kirin. Êrîş pûç kir. Hevala Zîlan hem ji aliyê leşkerî û taktîkî, hem jî ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve êrîşên di şexsê Rêbertî de li hemberî Tevgera Azadiyê dihat plankirin didît û analîz dikir. Tevî vê yekê, li gorî şert û mercên demê, xeta xwe ya çalakiyê diguherand. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe ve rê û rêbazên xeta serdema nû ya çalakiyan nîşanî me hemûyan da."
'ÇALAKIYA WÊ, BÊDENGÎ JI HOLÊ RAKIR'
Li ser wateya Zîlan a ji bo Dersîmê Çiya got, "Hevala Zîlan di dema çalakiya xwe de li Dersîmê bû. Dersîm cihekî ku dijmin polîtîkayên xwe yên şerê taybet û asîmîlasyonê roj bi roj lê giran dike ye. Ji ber ku dîroka Dersîmê dîroka berxwedanê ye. Dijmin ji bo vî ruhê berxwedanê bifetisîne, bi ta ybetî êrîşî Dersîmê dike. Di dema çalakiya hevala Zîlan de, li pêşberî van hewldanên li hemberî gelê Kurd ê li Dersîmê, bêdengiyek hebû. Heval Zîlan xwest vê bêdengiyê ji holê rake. Xwest balê bikişîne ser van êrîşên li dijî gelê Kurd tên kirin. Xwest ruhê têkoşer ê gelê Dersîmê ji nû ve zindî bike. Û ev bi ser xist."
'ZÎLAN MANÎFESTO YE'
Cîhan Çiya, têkildarî wateya çalakiya Zîlan ji bo dîrok û rewşa heyî ya Kurdan ev nirxandin kir: "Ji bo me, hem ji bo jinê hem jî şervanên azadiyê yên mêr, kesayetiya Zîlan manîfesto ye. Zîlan bi çalakiya xwe ve ruhê fedayî yê Kurdan ji nû ve zindî kir. Dema mirov li dîroka Kurdan binêrin, dikarin bi hêsanî ruhê fedayî bibînin. Em li 28 serhildanên Kurdan binêrin; ruhê fedayî li holê ye. Ev ruh îro bi Tevgera Azadiyê ya Kurd a 29. re jî dewam dike. Zîlan ruhê jina berxwedêr û têkoşêr a Besêyan, Zarîfeyan dewr girt û gav bi gav ev ruh ji nû ve zindî kir."
'XWE NÊZÎ RASTIYA RÊBERTÎ KIR'
Hasret jî ev nirxandin li ser çalakiya Kinaci kir:
"Sala 1999'an saleke êrîşên giran ên dijmin ên li hemberî gel û gerîla bû. Û dihat xwestin, van êrîşan di şexsê Rêber Apo de veguherînin komployeke navneteweyî. Serokwezîra wê çaxê Tansû Çîller bi şiyara 'ya em ê tine bikin, ya em ê tine bikin' tevdigeriya. Hevala Zîlan ev pêvajo rast xwend û pêngava hevala Zîlan jî li ser esasê 'em ê rê nedin van êrîşan' bû. Di sala 1996'an de dijmin bi teknîka NATO'yê, êrîşî tevgera me dikir. Di taktîka gerîla de rewşeke xitimandî hebû. Zîlan rê û rêbaza rast a gerîla derxist holê. Got, 'destê dirêjî Rêberê me dibe, destê dirêjî me, hebûna me, gel û azadiya me ye. Û em ê rê nedin vê yekê.' Bi vê helwestê çalakî lidar xist. Bi rengekî rast xwe nêzî heqîqeta Rêbertî kir. Hevala Zîlan di taktîka gerîla de gavek avêt. Nîşan da ku ne tenê li qereqolan li nava dilê dijmin jî çalakî dikare bê kirin. Di nava dijmin de çalakî pêk anî. Tirs û xof berda nava dilê dijmin. Dijmin êdî pê dernedixist, ku li ku û kengî çalakî dikare bê kirin."
Hasret bal kişand ser nêzîkatiya dewletê ya li hemberî jinên Kurd û got, "Dijmin timî weke xenîmeta şer nêzî jinên Kurd dibû. Jê hebû ku kengî bixwaze dikare hebûna wê jê bistîne, dest davêje hebûna wê. Ev rewş îro di şexsê Erdogan de dewam dike. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe ve ji vê rewşê re got 'êdî bes e'."
Hasret herî dawî got, "Zîlan bi rengekî herî pîroz û watedar jiya. Beriya çalakiya xwe, her kêlî bi rengekî têr dijiya. Di nameya xwe de jî gotibû 'ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wate'. Her mirovê dijî bi rengekî watedar najî. Mirovên mezin difikirin û watedar dijîn, dikarin bibin xwedî sekneke bi vî rengî."