BI DÎMEN

'Zîlan pêşenga hemû jinan û jiyaneke bi şeref e'

Zîlan(Zeyneb Kinaci) di 20. salvegera çalakiya xwe de hat bibîranîn. Jinên binarê Qendîlê, Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anîn û diyar kirin ku Zîlan sembola hemû jinên Kurd û têkoşîna jina hemdem e, cihê xwe di dilê her jineke Kurd de girtiye.

Zîlan(Zeyneb Kinaci) di 20. salvegera çalakiya xwe de hat bibîranîn. Jinên binarê Qendîlê, Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anîn û diyar kirin ku Zîlan sembola hemû jinên Kurd û têkoşîna jina hemdem e, cihê xwe di dilê her jineke Kurd de girtiye.

Jinên li binarê Qendîlê bi rasthatina 20. salvegera roja şehadeta Zeynep Kinaci (Zilan) ji ANF’ê re axivîn.

Yek ji jinên Qendîlê ya bi navê Kasîne bal kişand ser girîngiya çalakiya Zeynep Kinaci, çalakî weke sembolek ji bo hemû jinên Kurd nîşan da û diyar kir, bi taybet wek sembolek ji bo jin, welat û gel e. Kasîne wiha domand: "Zîlan bi çalakiya xwe nîşan da ku ji bo parastina nirxên şoreşê têkoşîn çiqas girîng e. Hemû jinan bi îlhamgirtina ji çalakiya Zîlan bûn xwedî îrade û vîna parastina xak û welat. Her wiha çalakiya heval Zîlan, ji bo hemû jinan bûye cihê serketin û şoreşeke mezin. Nîşanî me daye ku mil bi mil bi mêran re di eniyên şer de têkoşîn û şer bikin."

Kwêstan Hesan a ji gundê Enzê yê Qendîlê jî diyar kir ku hem ji bo xwe û jinên din weke wezîfeyê dibîne çalakiya Zeynep Kinaci bi bîr bînin. Hesan da zanîn ku hemû destketiyên jinan yên di roja me ya îro de di encama çalakiya Zîlan de pêk hatine. Kwêstan Hesan destnîşan kir ku perwedekirina jinan li ser xeta jiyana Zîlan, serbilindiyeke pir mezin e. Hesan wiha got: "Zîlan di dilê her jinekê de cihê xwe girtiye. Her wiha dilsoziya bi Zîlan re, dilsoziya bi şehîdên Rojava û Kobanê ye."

Jina bi navê Rûken a ji binarê Qendîlê jî di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên rêya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi minetdarî bi bîr anî û wiha pê de çû : "Zîlan sembola têkoşîna jinên Kurd e." Rûken diyar kir ku têkoşîna ku li çar parçeyên Kurdistanê bi milîtanî tê meşandin, hemû bi saya çalakiya Zîlanê pêk hatiye û bi vê yekê şoreşa jinê li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê tên meşandin û her ku diçe mezintir dibe. Rûken wiha got: "Zîlan bi çalakiya xwe agirekî mezin xistiye dilê dijminan ku ti kes nikare vemirîne." Rûken anî ziman ku tevlîbûna jinan a ji aliyê leşkerî û siyasî ve di encama têkoşîna çalakiya Zîlan û hevalên mîna wê de pêk hatiye. Rûken herî dawî ev got: "Ez xwe pir bextewer dibînim, ji ber ku li ser fikra Zîlan min jiyaneke din nas kiriye."