'Zîlan ji bo me bû xetîre'

Zîlan û birayê wê Kemal, bûne meşvanê wê rêya bêdawî ya ji Kemal Pîran heta bi Kemal Hewremanan ji Zîlanan heta bi Zîlan Hewremanan.

Zîlan ji nav sedan jinên Rojhilatê Kurdistanê ku navê xwe kiriye Zîlan yek jê ye. Zîlan Hewreman ku 2016'an tevlî nav refên gerîla bûyî, li dehma Hewreman  a Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Dema ku birayê wê Kemal Hewreman tevlî nav têkoşîna azadiyê dibe, Zîlan jî dide pey şopa wî û piştî bi demekê tevlî nav refên gerîla dibe û navê xwe Zîlan datîne. Zîlan Hewreman ku  ji nav sedan gerîlayên ku ji Rojhilat tevlî nav refên PKK'ê bûye tenê yek je ye, got, bi birayê xwe Kemal Zeynep Kinacî nas dike, Kinacî jê re bûye xetîre û bi vê xetîreteyê rêya xwe dîtiye.

Zîlan Hewreman wiha behsê dike ku birayê wê Kemal çawa bandor lê dike ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abbdullah Ocalan nas dike: ''Dema ku birayê min Kemal 2009'an tevlî nav refên azadiyê bû, ez jî ketim nav lêgerînan. Jixwe beriya ku tevlê bibe, tim pirtûkên Rêbertî dianî. Ji bo ku wan pirtûkan bixwînim tim ez teşwîq dikirim. Ez jî ketim nav lêgerînan. Dema ku min Rêbertî xwendî min xwe didît. Mêjî û dilê min rehet dibû. Min xwe wiha hîs dikir weke ku nû çêbûbûm. Kemal kir ku ev lêgerîn bi min re çêbibin. Bi wî, min Rêbertî nas kir.''

JI PIRTÛKA 'EVÎNA KURD' MIN ZÎLAN NAS KIR

Zîlan Hewreman wiha behsê dike bê ka çawa Tevgera Azadiya Kur d û Zîlan (Zeynep Kinacî) ku çalakiya pêşî ya fedayî ya îdeojiya azadiya jinê kirî, nas dike: ''Kemal rojekê pirtûkeke bi navê 'Evîna Kurd' anî. Pêşniyar kir ku bixwînim. Hinekî behsa naveroka pirtûkê kir. Dema ku min pirtûk xwendî, nirxandinên Rêbertî yên li ser kesayata Zîlan pir banor li ser min kir. Rêbertî mîna ku evînek be behsa Zîlan dike. Jê re dibêje, ''fermandara min''. Her ku min kesayatiya Zîlan nas kir, bêhtir pê ve hatim girêdan. Kesayatiya wê ji min re bû rê.

Zîlan Hewreman li ser pirsa bê ka çima navê xwe Zîlan daniye jî wiha dibêje: ''Kemal 2016'an li Rojava şehîd bû. Ez pir pê ve girêdayî bûm. 4 salan ji min biçûktir bû. Bi wî min rêxistin nas kiribû. Tim lêgerîneke wî ya ji bo azadiya Kurdistanê hebû. Di lêgerîna, ''ez çawa dikarim bibim qehreman'' hebû. Ew bû qehreman. Min jî xwest di rêya wî de bimeşim. Wî ev nav li min kir. Rojekê bi telefonê me karî ku biaxivin. Wê demê ji min re got, ''Heke rojekê tevlê bibî, navê xwe bike Zîlan'', ev gotina wî ji min re bû rê. Piştî ku birayê min 2016'an şehîd bû, ez jî bihara wê wê salê tevlî nav refên gerîla bûm.'

Zîlan Hewreman wiha bang li ciwan û jinên Rojhilatî dike: ''Îro li Rojhilata bi sedan jin hene ku di rêya Şehîd Zîlanan dimeşin. Gelekên ji van tevlî nav refên gerîla bû. Heke li dijî wî dijminê ku dixwaze jinan tine bike, dixwazin şerekî rast bidin, divê di rêya Zîlan de bimeşin û li dijî dijmin şer bikin. Rojhilatê Kurdistanê Zîlan nas dike û wê ji bo xwe nasnme dibînin. Ciwanên Kurdistanê  divê rêya Zîlan bişopînin û tevlî nav gerîla bibin.''