Zîlan bi salan e ber bi çiyayên azad ve dibeze- 2

Di ser çalakiya fedayî ya Zeynep Kinacî re, ya li Dersimê, ku li dijî suikasta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribû, 23 sal derbas bûn. Têkoşîna azadiyê ya Zîlanan berdewam dike.

Yek ji qedroya pêşeng a PKK’ê û Tevgera Azadiyê Zîlan (Zeynep Kinacî), li dijî êrîşên îmhakirina fizîkî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 30’ê Hezîrana 1996’an bi çalakiya fedayî bersivê dide. Di ser çalakiya Kinacî re 23 sal derbas bûn, bi hezaran Zîlan hatin dinê û tevlî tevgera azadiyê bûn. Gelek Zîlan îro li nav refên PAJK’ê û YJA’yê têdikoşin û li ser şopa Zeynep Kinacî dimeşin.

ZÎLAN TENDÛREK (SULTAN TURAN)

Sultan Turan, 1996’an dema ku Zîlan li Dersimê çalakiya xwe dike tê dine. Sultan Turan ku tevlî nav refên PKK’ê dibe, li nav refên gerîla hînî xwendin û nivîsandinê dibe, xebatên gerîlatiyê dike. Îlona 2015’an, di Pêngava Şehîd Reşît Serdar de şehîd dibe. Li Tendûrekê beriya ku şehîd bikeve, hîsên xwe yên têkiî PKK’ê wiha dibêje: ‘’ Beriya ku tevlî nav gerîla bibim, ya ku herî pir bandor li ser min kirî, hevrêtî bû, ku ev hevrêtî hîmê jiyana PKK’ê bû. Em damezirînerê jiyaneke nû ne û ji bo vê jî, hevrêtî di jiyana nû de, haveynê me yê sereke ye.’’

ZÎLAN QAMIŞLO (ZÎLAN SARIK)

Navê rastîn Zîlan Qamişlo, navê kod Zîlan Sarik. Zîlan Qamişlo ku li derdoreke ku gelek kes tevlî nav PKK’ê dibin mezin bûyî, û bi asta sempatîzanî jî be PKK’ê nas dike, ji bo ku alîkariya wê li abora malê çêbibe, hem perwerde distîne û hem jî dixebite. Pir dikeve bin bandora şerê li Rojava, perwerdehia xwe û karê xwe dihêle, tevlî nav refên PKK’ê dibe. Li nav refên PKK’ê ji navê Zîlan, ku hem diyariya malbatê ye û hem jî ji ber karîgeriya Zîlan e, naqere û navê Zîlan Sarik li xwe dike. Zîlan digot, ‘’Giyanê vê dema ku em tê de ne şer e. Li her devera Kurdistanê rasteqîniya şer heye. Li Efrînê şerekî giran heye. Ez xwe wekî namzeta şerê azadkirina Efrînê dibinim. Heke partiya me jî rast bibine ez ê şad bibim’’. Zîlan Sarik nikarîbû biçe Efrînê ku dixwest lê şer bike, li qada Şehîd Kendal a Heftanînê, Mijdara 2018’an şehîd dibe.

ZÎLAN SÊRTK (KANIYE YLDIZ)

Dema ku dîroka Tebaxa 2016’an nîşan dide, he ji bo Pêngava 15’ê Tebaxê hem jî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fermandariya Qadê ya Dersimê li dijî dewleta Tirk a dagiker, li dijî niqteyên ku lê bi cih bûbûn çalakiyeke pir berfireh hatibû kirin, piştî çalakiyê saziyên dewletê ketibûn rewşeke wiha ku nema dikarîbûn bixebitin. Yek ji lehenga çalakiyê ya ku ji 7 baskan hatibû kirin Zîlan bû. Tam jî bi rengekî ku şayanî navê xwe, li Dersimê di çalakiyê de bû Zîlan Stêrk. Kaniye Yildiz ku li Midyadê ya Mêrdinê hatî dine dibistana ku mekanê înkar û asîmîlasyonê ne berdide û Nîsana 2014’an tevlî nav refên PKK’ê dibe.

ZÎLAN DEVRAN (NÛRŞEN BUTUŞABA)

Nurşen Butuşaba ku li Sûrê ya Amedê hatî dine piştî ku lîseyê diqedîne dest bi nûçegihaniyê dike. Lê ji ber ku ev têrê nake, dema ku li Bakurê Kurdistanê berxwedana xwerêberiyê dest pê dike, tevlî nav berxwedanê dibe. Di rojnivîska xwe de, li ser dema ku di nav berxwedanê de mayî wiha dibêje, ‘’Ji bo min bû pêvajoyek wiha bûme xwedî gelek tecrûbeyan. Bi renge zevtkirina şêwaza şer dinirxînim. Ez bawer dikim gel û em bi van tecrûbeyan em dikarin destkeftiyên mezin bi dest bixin. Êdî li ser mijara ku divê şer çilo be hişmendiyeke zêde çêbûye, ti gumana min jê tine, di pêvajoya pêş de, tam jî bi renge ku divê bibe wê veguhere ser şerê şoreşgerî yê gel.’’ Zîlan Devran 27’ê Mijdara 2018’an jiyana xwe ji dest dide, ji salekê zêdetir li nav refên gerîla têdikoşe, di vê dema kin de gelek tiştan dike.

ZÎLAN RÛKEN (BELKIS SEVÎM)

Belkîs Sevîm ku li nav malbateke koçer a Sêrtê tê dine, malbata wê dixwaze wê bide zewicandin. Lê guh dide pêşniyara diya xwe ku dibêje, ‘’an tu yê tevî nav partiyê bibî, an jî bizewicî, ti rêyeke dî tine’’ 2014’an berê xwe dide çiyê. Li Xerzan û Amedê gerîlatiyê dike. Di nameya xwe de ya bi dîroka 25’ê Nîsana 2015’an wiha dibêje: ‘’Jin, bi hêza ku Rêber Apo dayî bûne xwedî nasname. Rêbertî danî holê bê ka divê jin, jina PKK’yî çilo be û jin bi vê hêza têkneçûyî li ber xwe da. Bû Zîlan.. Ez, jina Kurd, ez ê ji xwe re esas bibinim ku li ser xeta Rêbertî, Heval Sara û Zîlan bimeşim. Hemû lêhûrbûnên min bi vê rêyê ne.’’

ZÎLAN PÎROZ (KADER ETE)

1996’an hema hema hema gelek jinên xwedî hişmendiya Kurdistanî an ev nav li keça xwe kirine an jî weke ku zarokên xwe ji mekanê Zîlan (Zeynep Kinacî ) re amade krine. Kader Ete, 1996’an li Sêrtê tê dine û 2013’an Tebaxê tevlî nav refên PKK’ê dibe, navê Zîlan Pîroz li xwe dike. Li gel ku hê nû tevlî nav gerîla bûye jî, dema ku pirsa jiyana gerîla lê dikin, dibêje, ‘’Ji wexta ku tevlê bûme, li çiyê min gelek xweşikiyên bêhempa dîtine. Jixwe her kes dibine ku di navbeyna pergalê û çiyê de gelek cudahî heye. Bi her tiştê xwe ve çiya pir xweş in û hêja ye ku mirov li vir bijî û têbikoşe’’. Zîlan Pîroz, 2016’an li Colemêrgê di şerekî de şehîd dibe.

ZÎLAN VEJÎN (LEYLA NAS)

‘’Gerîla her tişt e û xeyala gelek kesan dixemilîne. Gerîla hêvî ye, hêvîdayin e, hêvîbûyin e. Her wiha, gerîlabûyin kelecaniyeke cuda, felsefeyeke jiyanê ye. Li nav gerîla Zîlanbûyin, tê maneya xwegihandina heqîqetê li nav rastiya Rojhiata Navîn û Kurdistanê, tê maneya berzbûna hişmendiya heqîqetê, kêfxweşiya wê û ronkahiya wê. Zîlan, raman û hîsek e.

Zîlanbûyîn fedayîbûn e, bûyina jina azad, vejîn, şînbûn û evîndarbûna li vê jiyanê ye, bi bêserûberbûnê avakirina jiyana nû ye’’. Leyla  Nas ku bi van gotinan 2014’an li Xerzanê tevlî nav refên PKK’ê dibe, navê Zîlan Vejîn li xwe dike. Bêyî ku li paş xwe binere, mamosteyiya Tirkî berdide, di rêwîtiya gerîla de, li Xerzanê dibe peyrewê Mizgîn û Arjînan.

ZÎLAN SERHILDAN (ŞEHRÎVAN KIYMAZ)

Ji bo Şehrîvan Kiymaz ku li bajarokê Girêmîra yê Nisêbîna Mêrdînê hatî dine, gerîla ‘’xeyal’’ek bû. Ji bo ku vê xeyala xwe pêk bîne, ji Mêrdînê tevlî nav refên PKK’ê dibe û dikeve rêya Qadên Parastinê yên Medyayê. Îdîaya wê ya herî mezin e bû ku ‘’bibe weke Zîlan’’ ku navê xwe jê girtibû. Cotmeha 2015’an ev xeyala wê bi qezayeke asteng bû. Zîla Serhildan li pey xwe Zîlanên nû hiştin.

 

ZÎLAN SERHAT (AYGUN EMÎNE)

Keça dilêr a Serhedê Zîlan Serhed ku dibêje, ‘’Ji ber ku li cem me mirin tine, tirsa mirinê jî nabe’’, li ser deftera xwe wiha dinivîse: ‘’Ya ku mirinê watedar dike jiyan e. Bîranînên wan jiyanên çûyî. Dema ku mirov ji mirovên ku pir ji wan hez dike vediqere, dilê me her çendî ji bo wan biêşe jî, dema ku mirov wan bi bîr tîne, wek ku her dem em bi wan re bin, weke hevrêyên ku dijîn li wan dinerin. Em piranî xwe qanih nakin ku ew nînin. Li cem me ya ku hevaltiyê, hevrêtiyê hêzdar dike, rêgez in, rêgeza ku em hişk pê ve ne.’’

ZÎLAN RÛKEN (MERVAN SEVÎM)

Zîlan Rûken ango Mercan Sevîm ku li Sêrtê hatiye dine, 2003’yan tevlî nav refên gerîla dibe. Kurapê wê yê ku piştî ku tevlî nav gerîla dibe û salên 1990’î şehîd dibe navê Mercan lê dike. Hê wê demê dibêje ew ê mîna Zîlan bibe jineke xurt û di rêya wê de bimeşe. Serboriya xwe ya azadiyê ku bi pora biriqî, bi devlikeniya xwe li Botanê dide destpêkirin, li Dersimê ango li diyarê Zîlan, ku peyrewê wê ye bi dawî dike. Heke gotin di cih de be, dilê xwe diherikîne ser Zîlan.

ZÎLAN PENABER ( NESÎBE OZBEK)

Penaberek e Zîlan, dilê wê qet dev ji xaka ku ew ya wê ye neqeriyaye, qet koç nekiriye. Bi gotina, ‘’Ez berê xwe bidim kû jî dawiya wê tê ser welêt. Encex ku bi gelê xwe re bibim hevrê dikarim bibim Zîlan’’ û wiha bi pêş ve biriye rêwîtiya xwe ya li nav eniyên azadiyê. Navê Zîlan û alaya wê dewrî yên piştî xwe kiriye.

ZÎLAN AMED (KADER ÇÎFTÇÎ)

Zîlan Amed ku dibêje, ‘’Min dest bi serboriyeke azadiyê kir û bi mîsogerî ez ê vê bi serkeftinê bi dawî bikim. Ez ê biçime Dersimê û bigihijim Zîlan’’, bi baweweriya ku bersiva serhildana ji dilê wê bilind dibe wê li Dersimê be dikeve rê. Rê dirêj û dijwar e. Ti hêz, ti dijwarî nikare wê ji rêya wê bike, ji rêya ku dizanî. Ji ber ku ew mîna dînan evîndarê jiyanê, dilê wê bi evînê dikukkute. Bi hişmendiya ku ev kutkuta dilê wê, wê bibe ser encameke xewênê gav bi gav dimeşe çiyayan, şivereyên dijwar.

Zilan Pepûle’nin şiiri:

"Ez Pepûle me sînor nenas im

Ji bo azadiya gelê xwe

Şaxavanekî bejin zirav im

Bi çek û bi rext im

Ez Zilan im hêviya Rojhilat im"

Îro li çiyayan serboriyên Zîlanan didomin. Bi dehan, belkî bi sedan Zîlan niha dimeşin li çiyayên Kurdistanê. Îro dayik hê jî vî navî weke nîşaneyeke mezin a rûmetê emenetî zarokên xwe dikin.