BI DÎMEN

Parêzer Theune: Divê hikûmeta Elmanya dev ji sûcdarkirina Kurdan berde

Parêzer Lukas Theune yê ku li hemberî qedexeya li ser xebatên PKK'ê yên li Elmanyayê serî li Dadgeha Îdarî ya Berlînê da got, “Divê hikûmet bikeve nava tevgerê, qedexeya PKK'ê rake û dev ji sûcdarkirin û hepskirina Kurdan berde.”

PARÊZER LUKAS THEUNE

PKK’ê di Kongreya xwe ya 12’emîn de ku di navbera 5-7’ê Gulanê de hate lidarxistin ragihand ku hemû çalakiyên ku li ser navê rêxistinê têne kirin hatine rawestandin. Ev biryar ji aliyê aktorên navneteweyî yên wekî NY, DYE’yê, Keyaniya Yekbûyî û Elmanya ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.

Lê belê, Elmanya red kir ku qedexeya PKK’ê ya ku ji sala 1993’yan vir ve di meriyetê de ye rake. Parêzerên ku li dijî biryara qedexeyê dozên qanûnî vekirin, serî li Dadgeha Îdarî ya Berlînê dan. Lukas Theune, yek ji parêzerên ku serlêdan kir, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku divê biryara fesixkirina PKK’ê werin berçavgirtin û rexne li helwesta hikûmeta Elmanya kir.

Piştî bersiveke neyînî ji serlêdana we ya li Wezareta Karên Hundir a li dijî qedexekirina xebatên PKK’ê li Elmanyayê, we serî li Dadgeha Îdareyê ya Berlînê da. Li aliyê din PKK’ê di kongreya xwe ya 12’emîn de ku di navbera 5-7’ê Gulanê de lidar xistibû, biryar dabû ku hemû xebatên li ser navê rêxistinê tên meşandin bi dawî bibe. Hûn vê rewşê çawa şirove dikin?

Li dijî qedexeya ku di sala 1993’yan de li hemberî xebatên PKK’ê hatibû dayîn, me li ser navê PKK’ê doz vekir. Hikûmeta federal îdia kir ku hîn ne diyar e ka banga Abdullah Ocalan a ji bo fesixkirina PKK’ê û çekdanînê ji aliyê PKK’ê ve were pejrandin an na.

Lê belê, PKK’ê di Kongreya xwe ya 12’emîn a di 5-7’ê Gulanê de biryar da ku vê bangê bi cih bîne û hemû çalakiyên xwe bi dawî bike. Bi vê pêşveçûnê re, em bawer dikin ku divê hikûmeta Elmanya niha vê biryarê li ber çavan bigire û qedexeya li ser PKK’ê rake û rê li ber tevgera Kurd veke da ku beşdarî pêvajoya aştiyê bibe.

'EM DI WÊ BAWERIYÊ DE NE KU HIKÛMET DÊ PIŞTIGIRÎ BIDE PÊVAJOYA AŞTIYÊ’

Wezareta Karên Derve bersiveke erênî da daxuyaniyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên ji aliyê Kongreya PKK'ê ve hatine dayîn. Lê belê polîsên ser bi Wezareta Karên Hundir, Hevserokê berê yê KCDK-E Yuksel Koç binçav kirin. Di navbera wezaretên karên derve û karên hundir ên li Elmanyayê de, di mijara pirsgirêka Kurd de nêzîkatiyeke cuda heye?

Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ji aliyê Annalena Baerbock ve hate kirin û di dema ku wezaret hê jî di bin rêveberiya Keskan de bû ev daxuyanî hat dayîn. Wezîrê Karên Derve yê nû Birêz Wadephul hê jî der barê vê pêvajoyê de helwestek nîşan nedaye. Lê belê em di wê baweriyê de ne ku tevahiya hikûmeta Elman wê destekê bide vê pêvajoya aştiyê.

Lê belê kongre di dema Wezareta Karên Derve ya nû de pêk hat û wezaretê daxuyaniya kêfxweşiyê da.

Belê, tenê gotin têrê nake.

Baş e, wê demê divê hikûmeta Elman têkildarî rewşa nû pozîsyoneke çawa bigire?

Bêguman divê hikûmeta li Elmanyayê jî bikeve nava liv û tevgerê, qedexeya li ser PKK'ê rake û beriya her tiştî dev ji sûcdarkirin û hepskirina Kurdan berde. Em texmîn dikin ku hikûmeta Elman hê nû dest bi wezîfeyê kiriye û hê jî divê xeteke hevpar were avakirin. Lê belê gotinên Wezareta Karên Derve bêguman rast in. Divê ev pêvajoya aştiyê bê destekkirin. Eger ev yek pêk bê wê Kurd li Elmanyayê bên naskirin û polîtîkayên krîmînalîzekirin an jî cezakirin ji ber vê bi dawî bibe.