BI DÎMEN

Ji bo helbesta 'Dîrok' a Alî Haydar Kaytan klîba anîmasyonê

Ji bo helbesta 'Dîrok' a Alî Haydar Kaytan klîbeke anîmasyonê hate amadekirin. Helbest ji aliyê Hekîm Sefkan ve hatiye xwendin, klîb jî ji aliyê Çekdar Farqîn ve hatiye amadekirin.

Alî Haydar Kaytan beriya sala 1980'yî bi hevrêyê xwe Hamîlî Yildirim 6 mehan li zindana dagirkeran tê girtin. Li zindanê helbesta bi navê 'Dîrok' nivîsand. Malbata Kaytan helbest ji bo xebatên çand û hunerî şand Ewropayê. Şivan Perwer sala 1981'ê kasetek derxist û helbest xwend.

Sal dibe 1986 û Weşanxaneya Serxwebûnê pirtûka bi navê "Diyarbekir/Seçme Şiirler 1" çap dike. Di vê pirtûkê de jî helbest tê weşandin (Rûpela 181). Helbesta "Dîrok" bi rêya kaset û pirtûkê di nav gel de belav dibe û tê naskirin û hezkirin. Salên 80 û 90'î di bîranîn, şev û çalakiyên şoreşa Kurdistanê de dibe helbesta ku herî zêde tê xwendin.

Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ji pêşengên şoreşa Kurdistanê û avakarên PKKê ne. PKK piştî kongreya 12. şehîdbûna Kaytan û Altûn ragihand.

Ev agahî li raya giştî ya Kurdistanê tesîrek mezin çêkir. Kurdistaniyan li welat û derveyî welat hefteyekê şîna şehîdan girtin û bîranînan lidar xistin.

Hunermendên Kurd Hekîm Sefkan, Murat Yapıştıran û Çekdar Farqîn li bajarê Koln ê Almanyayê dimînin. Her sê hunermend jî wek her dilsozên şoreşê ji şehîdbûna Kaytan û Altûn tesîr dibin. Tevlî bîranînan dibin û li wir bi hev re diaxivin, "Gelo em dikarin ji bo şehîdan çi bikin?"

Hekîm Sefkan gotiye: "Hevalê Fûat (Alî Haydar Kaytan) ne tenê fîlozofê şoreşê ye, helbestvane jî. Em dikarin helbestên hevalê Fûat li studyoyê bixwînin û bi klîban bixemlînin." Destpêkê ji bo helbesta "Dîrok"ê biryarê digirin û destpê dikin.

Berê Hekîm Sefkan helbestê dixwîne. Piştre Çekdar Farpîn senaryo dinivîse. Mûrat Yapiştiran ji helbestê qeyd dike û piştî ku senaryoyê dixwîne dikeve studyoyê, du muzîkan amade dike. Her sê heval ji wan yekî hilbijêrin û di klîbê de ew muzîk cih girtiye. Dengê helbestê û muzîka tê ber destê Çekdar Farqîn û ew jî piştî xebatek dûr û dirêj klîba anîmasyonê amade dike.

Klîba bi navê "Hey Dîrok" doh li televîzyona Med Muzîkê û malpera Youtubê a bi navê Med Hunerê ket weşanê. Lînka klîba ev e:

 

Gotinên helbesta "Hey Dîrok" li jêr e:

Hey Dîrok
Ali Haydar Kaytan

Biqulibine rûpelên xwe yên qirêj û gemar!
Kê li eniyê danî ev teniya qirêj û gemar!
Kê rûçikê te reş kiriye?
Kine yên rûçikê te sipî dikin?
Wê kude here hewqas hêrsa min Wê kude here!..
We kude here gira di veşartina dilê min de kombûye?


Ji danezané vir de ber qirkirina ma ne 
Ezê hîn bibim çûyina xwe 
Ezê bixwe binivisînim hatina xwe! 
Tu dîroka bi qirêj veke çavên xwe! 
Hinekî tu!?

Ketin zevté qunca emperyalist 
Datinin qoloni kulmên xwe yên rizgarîxwaz 
Weke gurzan giran-giran 
Bi hemû xeml û rédana xwe

Va bibîne..! 
Çawan ditirsin keriyên seyan 
Ji nêzîkbûna zirme-gurma dengên lingên azadiyê 
Li Qorê, li Vietnamê mêzeké dírok 
Li Laosê, Qamboçyayê, Gineyé, Angolayé mêzeke... 
Şoreşvanén azadiyé ber bi aşitiya bê bini dibezin 
Li bircên kelan tên çikandin alén destên partizanan
Ev car dora welatê min e 
Ma qey ez nizanim?
Avaye!..li qadan bi milyonan bang dikin 
Dibéjin; biji serxwebûn bimre kedxwari! 
Çiya lerizi, erd hejiya 
Qelişin kevirên aramé yeko-yeko 
A li berxwe dide arama min e 
É li berxwe dide dilé min e!


Em ketine destên wan vê gavê 
Bila werin li ber xwe bibînin me 
Bibin mîna reqelên laş dîtiyên hovberan 
Ji bo zileheké biteqînin li ser dev û rûyên me 
Bira yeko-yeko têkevin rêza keriyên qeşmeran.
Çar dîwar... 
deriyên hêsin... 
têlên risayi 
Bira lê tije bibê jiyana me 
An bidarxin bihejin bejnê me 
An jî derxînin hember berdarkên xwe 
Bi destên xwe ber bikin dilê me!

Ger li derve berdewam dibe jiyan 
Nehatibê birîn dengê stran û helbestan 
Bi dengê xwe ê keles dixwîne mawzer. 
Çiye?... çi dibe?.. ki ditirse ji mirinê!

Ji bo çê bitirsin ji mirinė! 
Li ber hemû zoriyan singvegirtin hebe 
Ji bo çê bitirsin ji îşkencê û lêdanê? 
Doost hevalno!

Bila xera bibe kela zilmė 
Bila xera bibe mala zilmė 
Doost hevalnoo! 
Bo daxwaza çêbûna welateki
Bo zarok bé tirs ú stůxwari mezin bibin 
Ji bo sir nedin seri bidin 
Giringe li ber her zoriyê 
dil bi keder û kul li berxwe bide.


Li gel rojên xweş tên
Ewê helbet pir tişt bên gotin

Ji sultanan, ji serdaran, ji împaratoran, ji koma îblisan 
Ku di nava axê de dihatin hesp dilîskandin
Ger bi vî avahî here rewş... 
Dibê ku pir tişt betin gotin.
Her seriyê diramîne her mirovê bi namûs.

Xwarina wane goştê mirovan... 
Xwarina wan bûye xwîn, zeftkaran.
Weke reqelên laş dîtine 
Li ser pişta gelê minin! 
Şerkirin nas, ehl û zarokên me 
Serbiserî bereberî li berxwedan... 
Yên di navika xakê de hebûn jiyandin 
Ji hêla yên di kela zilmê de rûdinin hatin xwarin 
Li ser bedena sar a xwuşka min 
Destên xwe yên qirêj gerandin heey dîrok!..
Geniyên însanan 
Dolên talan homoseksuelan 
Jinên ku xwe bi darve kiribûn 
ji werisan anin xwar..


Weke seyên çav-sor û har 
Yeko-yeko ketin paşila cesedan! 
Bêje! Hey dîroka şerma mirovahî 
Hey keriyên mirovan vekin çavên xwe

Were ziman siltané ker..! 
Besee! besee!

Bila bikşînin destên xwe ji welatê min 
Destên xwe yên qirêj û gemar 
Biksînin destên xwe ji welatê min! 
Ewanan ne ku bi dîlîtî û hovberiya xwe bûn 
Weke rêza zîroyên tiyê xwînê 
Ji bo azadiya milletan, rizgariya gelan 
Li qada navîn cilên qirêj bên vekirin 
Hunerê wan e koma hestiyên li besta Laçê 
Wek diya min ji zarokan re çîrok dibêjin.
Li berxwedana hovitiyê ye 
Dersime 
Koçgiriye 
Zilane


Keda me
Xwehdana eniya me
Talane hemû dewlemendiyên me

Bide erşan bila bê feryada te!
Hewar bikim hewar çuqas bê dengê min
Min bibhîsin yên li pişt çiyayê qaf
Çiya bilive!
Erd biheje!
Ker bibhîsin!
Kor bibînin!
Dinya bibhîse!

Çavkanî:
Diyarbekîr Seçme Şiirler 1: Serxwebûn Yayınevi, Sy. 181, 1986