BI DÎMEN

Zagros: Ji bilî jiyana azad ti tercîha me nîne

Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros diyar kir, ew ê têkoşîna xwe ya ku eşqa azadiyê ya Zîlan esas digire bidomînin û gotin, "Bi ronahiya manîfestoya jiyana azad, ji bilî afirandina jiyana azad wê ti tercîha me nebe."

Zagros têkildarî 20. salvegera çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci, ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersîmê pêk anî, ji ANF'ê re axivî.

Zagros bal kişand ser wateya kesayetiya Zîlan a ji bo têkoşîna azadiya Kurd û tevgera azadiya jinên Kurd û got, "Arîn Mîrkan, Ekîn Wan, Asya Yuksel, Sêvê, Fatma û Pakîzeyan xwe bi berxwedana hevala Zîlan re kirin yek."

ÇALAKIYA ASTA HERÎ BILIND A DILDARIYA JIYANÊ

Zagros bibîr xist, ku di ser çalakiya Zîlan a dengekî mezin veda re 20 sal derbas bûn û got, "Di nava 20 salên bihurî de têkoşîna jiyana azad roj bi roj zêde bû, berxwedaneke mezin li dijî faşîzmê nîşan da. Ev çalakî çalakiya jinan û mirovên jiyana wan tine tê hesibandin e."

Zagros da zanîn, çalakiyên bi vê rêbazê ancax ji aliyê kesayetiyên rê li ber vejîna Xwedawendiyê vedikin ve bên kirin û wiha dewam kir: "Mirovên xwedî hişmendiya azadiyê ya Rêber Apo, dikarin xwe bigihînin kesayetiyeke bi vî rengî ya berxwedanê. Eger bi mirovan re di asta herî bilind a hest û raman de dildariyeke jiyanê tinebe, lidarxistina çalakiyeke bi vî rengî nepêkan e."

FEDAYÎTÎ TEQÎNA LI NAVENDA PAŞVERÛTIYÊ YE

Zagros da xuyakirin, ku di şexsê Zîlan de divê ruhê fedaîtiyê ne tenê weke çalakiyekê bê dîtin û got, "Hevrê Zîlan bi rêya paradîgmaya Rêbertî û rastiya civaka Kurd, xwe gihand encameke bi vî rengî. Di nava jiyanê de berxwedan heye, lê belê eger ev berxwedan li ser bingeheke rast neyê rûniştaindin, wê têkçûn rû bide. Ji bo jiyaneke azad jî pêwîstî bi mirovên fedayî heye. Heta ku mirov xwe negihînin asteke bilind a cesaret û zanebûnê, nikare bibe 'fedayî'. Fedayîtî tê wateya teqîna li navenda zîhniyeta serdest û paşverû. Çalakiya hevrê Zîlan eniya dewleta Tirk a faşîst derizand. Ev rewşa derizandî roj bi roj vedibe."

BI RUHÊ FEDAYÎTIYÊ BERXWEDANA XWESERIYÊ DEWAM DIKE

Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros diyar kir, ciwanên Kurd îro bi eşqeke mezin ji bo Kurdistana azad û Rêberê azad dibin fedayî û têdikoşin. Zagros got, "Hevrê Doga û Zinar, bi vê eşq û baweriyê bûn Zîlan û çalakiyên xwe yên fedayî pêk anîn. Dildarî û eşqa jiyanê ya ji aliyê hevala Zîlan ve hat afifrandin, îro li çar parçeyên Kurdistanê xwe ji nû ve bi çalakiyan dafirîne. Ji ber vê yekê ye, Şoreşa Rojava pêk hat û îro li Bakurê Kurdistanê bi ruhê fedayî bexwedana xweseriyê didome. Ruhê fedayî yê Zîlan di berxwedana Rojava û Kobanê de, li dijî çeteyên DAIŞ'ê careke din bi ser hat xistin. Ev ruh îro jî li Bakurê Kurdistanê li hemberî dîktatoriya Erdogan a faşîst ku bi saxî mirovên me dişewitîne, li ber xwe dide.

JI BILÎ JIYANA AZAD WÊ TI TERCÎHEKE ME TINE BE

Zagros di dawiya axaftina xwe de got, "Gelê Kurd, tevî berdêlên giran ên daye jî, di roja îro li hemberî her şêwe zext û êrîşan bi gavekê jî paş de neçûye û li ber xwe dide. Rêbaza jiyanê ya yekparêz a sîstema dewletparêz, di nava gelê me de rê li ber teqîna hêrseke mezin vedike. Şehîdên leheng ên gelê me, ji bo jiyaneke nû bi bedenên xwe pirek ava kirin. Eger gelê Kurd di roja îro de weke nîşaneya berxwedanê ya sedsala 21'an ji bo mirovahiyê nirxên nû dafirîne, ev yek bi saya felsefeya ruhê fedayî yê Rêber Apo ye. Beriya bîst salan, li pişt hevala Zîlan bi tenê gelek dimeşiya. Lê îro gelên herêmê û hemû jinên berxwedêr li dora dirûşma 'Ya jiyaneke azad, ya jiyaneke azad' a Zîlan li hev dicivin. Em ê eşqa azadiyê ya Zîlan esas bigirin û timî bi hevrêyên xwe yên şehîd re dilsoz bin. Bi ronahiya manîfestoya jiyana azad, ji bilî afirandina jiyana azad wê ti tercîha me nebe."

...