Yûsif: Meclîsa Jinan wê arîşeyên  civakî çareser bike

Kongreya Damezirandinê ya Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyê didome. Li kongreyê giringiya Meclîsa Jinan hate destnîşankirin.

Li Kongreyê Foza Yûsif  axivî, destnîşan kir  Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê pirsgirêkên civakê  çareser bike ji ber ku jin nûnertiya tevahî civakê dikin û got "Bi rihê Arîn û Barînan me dest bi şoreşê kir û bi rêya Meclisa Jinên Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê sîstema jinan a demokratîk ava bikin."

Îro li Hola Beylesan a navçeya Amûdê kongreya damezirîner ê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Yekitiya Jinên azad mîsogeriya Sûriya demokratîk e" dest pê kir.

Bi sedan jin ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyên YPJ, hêzên Asayîşê û Yekîneyên Parastina Jinên Suryan beşdarî kongreyê bûne.

Di kongreyê de endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif axivî û lidarxistina kongreyê li tevahî jinan pîroz kir.

Foza Yûsif îşaret bi rola jinan di şoreşa Sûriyê de kir û wiha anî ziman: "Jinan zanîbû ku ew ê gelek serkeftinan bi dest bixin. Di şoreşa Sûriyê de ku bû şoreşa jinan, ev yek îsbat kir û ji hemû jinên cîhanê re bû mînak."

Foza diyar kir ku di nava salên derbasbûyî de du şoreş derketin holê û wiha pê de çû: "Şoreşa bihara gelan û şoreşa jinên azad ku ji aliyê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve dest pê kir. Ji bo dîroka zilaman li ser jinan dubare nebe, em bi hemû şêwazan hewl didin jinan bi rêxistin bikin û civaka demokratîk ava bikin."

Foza behsa armanca avakirina Meclisa Jinên Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha destnîşan kir: "Heta niha jin rastî îşkence û zilmê tên. Heta niha di bin nav û tawanên derew de tên qetilkirin. Ji ber wê şoreşa me heta niha di destpêkê de ye. Avakirina meclisê li gorî çarçoveya berdewama têkoşîna jinan dest pê kiriye."

Foza diyar kir ku ew bi hêvî ne ku Meclisa Jinan dê nûnertiya rêveberiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, dozên jinan di nava aloziya Sûriyê de çareser bike û nûnertiya îradeya wê bike da ku jin bikarin rola xwe bi awayekî zêdetir di nava jiyana civakî, siyasî û aborî de bilîzin.

'MECLÎS JI BO ÇARESEKIRINA PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ YE'

Foza destnîşan kir ku meclis ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirkên jinan e lê belê ji bo pirsgirêkên civakê ye, ji ber ku jin berpirsa perwerdekirina civakî û rêveberiya wê ye û got ev meclis dê bihêle ku jin azadiya xwe bi dest bixin.

Her wiha Foza Yûsif tekez kir ku Meclisa Jinan a Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe bingeha avakirian destûra ku jin mafên xwe tê de bi dest bixin û got: "Bi rihê Arîn û Barînan me dest bi şoreşa jinan kir û bi Meclisa Jinan em ê sîstema jinan a demokratîk ava bikin."

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif di dawiyê de got ji bo bidestxistina azadiya jinan divê têkoşînê xurt bikin û li ser rêya Arîn, Barîn û Avestayan bimeşin.

'YEKÎTIYA ME WÊ SÛRIYEYA DEMOKRATÎK AVA BIKE'

Paşê yek ji fermandarên YPJ`ê Zeynep Efrîn axivî û got ku kongre ji bo pêşeroja Sûriyê mafên hemû gelan diparêze. Zeynep Efrîn anî ziman ku şerê ku li Sûriyê çêbû, bi encama têkoşîn û fedakariyên gelek mezin bi ser ket û wiha got: “Sazkirina kongreyê têkoşîna jinan îspat dike. Hêzên YPJ’ê di têkbirina DAIŞ’ê de roleke gelekî girîng lîst. Serkeftina YPJ’ê bandor li rola jinan û yekitiyê jî kir. Jin di her çepêran de keda xwe îspat kir. Lidarxistina vê kongreyê serbilindiyek e. Yekitiya me dê Sûriyeke demokratîk ava bike. Wê ev yekitî bandorê li hemû Rojhilata Navîn bike. Em wek hêzên YPJ vê kongreyê li hemû şehîdên şoreşê pîroz dikin.”

XALID: YEKÎTIYA ME ŞOREŞÊ BI SER DIXE

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid damezirandina meclisê li hemû jinên hazir û jinên ku di 7 salan de di şert û mercên herî zehmet de tê koşiyan, pîroz kir û got: “Ji bo em hemû deskeftiyên xwe biparezin û mayînde bikin, em kom bûne. Hemû jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest da hev û yekitiyek ava kirin. Ev yekitî li hemû qadan ava dibe. Îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû astan de bûye pêşeng. Ev kongre bibe bersiva parastina hemû destkeftiyan. Îro rojeke gelekî girîng e. Wê serkeftin ya xeta azadiya jinan be. Yekitiya jinan dihêlê ku şoreş bi serbikeve.”

'EM JÎ LI SER RÊYA AZADIYÊ YA KU WE VEKIRIYE, DIMEŞIN'

Ji heyeta ku ji Başûrê Kurdistanê hatiye; endama Encûmena Tevgera Azadî Şeyma Ednan jî axivî û got şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê yekitiya jinan ava kir û got: “Azadiya jinan rizgarkirina mirovahiyê bi destê jinên azad pêk tê. Şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê hêvî dide Rojhilata Navîn. Yekem car li Rojhialta Navîn kongreyeke yekitiyê tê lidarxistin. Em wek jinên li Başûrê Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê ji xwe re mînak digirin û em jî heya dawiyê li ser rêya azadiyê ya ku we vekiriye, em ê bimeşin.''