Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan Fîgen Yuksekdag ji ber 25’ê Mijdarê Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê nameyek nivîsî.
’EZ TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ SLAV DIKIM’
Nameya Yuksekdag wiha ye:
‘’Em li gel her tiştî dibêjin, dîsa azadî, dîsa aştî û dîsa demokrasî. Bi taybetî jî di 25’ê Mijdarê de û her roj helwesta jinan a li dijî tundiyê, zilm û cihêkariyê têdikoşin wê xwedî ristekî jiyanî be. Ev tarîtî wê bi jinê ronak bibe. Ez helwesta têkoşîna yekbûyî ya ku van rojên dawî li dijî yasaya efûyê ya jibo jêparmendbûna zayendî hatî nîşandan slav dikim.
Berxwedan û hevgirtina her cureyî ya berxwedana jinê ya li dijî her cure tundiyê wê diyar bike niha û siberojê..Li dijî wan ên ku ji tundiya zilêm-dewletê re diperizin, li dijî wan ên ku tundiyê, destavêtinê û jêparmendbûnê diperêzin, ji bo jinan û hemû mirovahiyê baweriya bi jiyaneke aştî û wekhev sûc be, bi hev re em ê vî ‘sûcî’’ berdewam bikin.
Armanca tundiyê ew e ku tirsê berbelav bikin û radest bibin. Li dijî vê tundiyê bersiva herî xurt wê ew jin bidin ku natirsin û radest nabin. Dema wê ye ku ji bo hemû jinan ku bi dîwarên tundiyê, hejariyê, pênebaweriyê, wekneheviyê û kêmdîtinê hatine hepskirin, bi qencî û wêrekiyê rabin û bibin best.
‘KARÊ ME PÊKANÎNA YA ZOR E’
Desthilatdariya ti zilm û tundiyê nekarî agirê jiyanê yê jinan bitefîne. Niha jî agirê jiyanê yê ku wê gelê me ronî bike jin hildigirin.
Her tişt dikare dijwar were xuyakirin. Dijminahiya li jinan û jiyanê dibe ku ji çar aliyan ve ketibin hicûmê. Lê kê got karê me hêsan e? Karê me pêkanîna ya dijwar e.. û ez bawer dikim ku em ê bi ser bikevin! Bi hevgirtin û berxwedana jinê, li her deverê û bi her şertî li dijî yên ku ji mirinê, zorê, nefretê têr dixwin em ê biqîrin; Jin Jiyan Azadî! Careke din wê bibînin ku wê nikaribin vîna me ya siyasî radest bigirin, û jin wê pişta xwe nedin evîna xwe ya li azadiyê û bêbextiyê lê nekin..Bi hêvî, bawerî, hezkirinê…’’