Ji DEM Partiyê ji bo jinên hatin qetilkirin şitil hatin çandin
Hevşaredarên Jin ên ji DEM Partiyê ji bo jinên hatin qetilkirin şitil çandin.
Hevşaredarên Jin ên ji DEM Partiyê ji bo jinên hatin qetilkirin şitil çandin.
Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya kampanya 'Gotina me xelas nebûye: Em ê bi hev re tundiyê bisekinînin' dest bi çalakiyan kir.
Jin bi vê armancê li Qada Kent 2 Park li hev kom bûn û ji bo jinên hatin qetilkirin şitil çandin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak li qadê axivî û diyar kir ku ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinê weke şaredarî wê li her qadê bixebitin.
Piştre jinan 80 şitil çandin.