SKB: Ji bo Werîşe Mûradî çi ji destê we tê bikin!

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) banga rawestandina darvekirina Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî kir.

GIRTÎ WERÎŞE MÛRADÎ

Ji bo Endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evînê tê girtin, ji aliyê 15’emîn Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ve bi sûcdariya “xiyaneta li welet” cezayê darvekirinê hat birîn.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku cezayê darvekirinê ya Mûradî ku rûniştina wê di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin û bang li hemû jinan û raya giştî ya hestiyar kir ku darvekirinan rawestînin.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) jî ev bang li karker û kedkaran kir: “Bêdengî darvekirinan zêde dike, ji darvekirinan re bibêjin na, çi ji destê we tê bikin!”