TJK-E'yê ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir

TJK-E'yê ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir û got, "Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bibe wezîfeya me ya bingehîn. Roj roja mezinkirina têkoşînê û meşa ber bi serketinê ve ye."

BANGA JI BO MEŞA LI KOLNÊ

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) diyar kir ku di şexsê Rêber Apo de êrîşên dewleta Tirk ên li ser hebûna gelê Kurd dewam dikin û got, "Li dijî van êrîşan, em jin 27 sal in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn bi rengekî topyekûn li ber xwe didin, roj bi roj têdikoşin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi taybetî sala dawî di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' li çar aliyên cîhanê jinên Kurd, gelê Kurd, hêzên li dijî sîstemê û dostên gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne û hate gotin, "Pêngava me ya azadiyê encamên girîng afirandiye. Rûyê sexte û qirêj ê dewleta Tirk a faşîst careke din raxist pêş çavan. Pêngava me ya azadiyê careke din nîşan da ku têkoşîn her tim bi ser dixîne. Ji ber vê yekê ji bo têkbirina vê komploya herî berfireh a dîrokê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê em hêza pêngavê hîn mezin bikin. Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo me jinan wezîfeya bingehîn e ku pêşengiyê ji pêngava azadiyê re bikin."

BANGA JI BO MEŞA KOLNÊ YA MEZIN

Di daxuyaniyê de ji bo meşa Kolnê ya Mezin bang hate kirin. Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Weke Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi hefteyan e li tevahiya Ewropayê welat bi welat, bajar bi bajar, tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal em kar dikin. Ji bo vê meşa mezin çend saet man. Ev meşa Kolnê ya mezin wê bibe yek ji serdemên bingehîn ên meşa me ya azadiyê ya dîrokî, wê dengê lingên ber bi serketinê bigihîne asta bilind. Di 16'ê Mijdarê de em jin, em ê li korteja jinê ya 'Tîrêjên Rojê' bin, dengê xwe bilind bikin, dil bi dil, mil bi mil tevbigerin. Li ser vê bingehê em bang li jin û ciwanan, gelê me, dostên me û hemû hêzên li dijî sîstemê ne dikin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bi avakirina civakeke azad di 16'ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê beşdarî meşa dîrokî ya mezin bibin. Em li benda jin, zarokan, dayikan, jinên ciwan û jinên enternasyonalîst in ku bi sembol, dowîz û pankartên xwe li korteja jinê ya 'Tîrêjên Rojê' bin.

Divê neyê jibîrkirin, li her derê û di nava her şert û mercî de em ê tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin rojev, mejiyê qirker û komploger ê navneteweyî ku dijminê mirovahiyê, dijminê jinan, dijminê Kurdan e parçe bikin û têkoşînê mezin bikin. Roj roja mezinnkirina têkoşînê ye, roja meşa ber bi serketinê ve ye."