Yuksekdag: Nikarin têkoşîna jinan teslîm bigirin!
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li Wanê di mitînga 8’ê Adarê de axivî û ji bo daxwaza xwerêvebirinê ya gelan û jinan got kesên jinan qetil dikin nikarin jinan bi rê ve bibin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li Wanê di mitînga 8’ê Adarê de axivî û ji bo daxwaza xwerêvebirinê ya gelan û jinan got kesên jinan qetil dikin nikarin jinan bi rê ve bibin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li Wanê di mitînga 8’ê Adarê de axivî û ji bo daxwaza xwerêvebirinê ya gelan û jinan got kesên jinan qetil dikin nikarin jinan bi rê ve bibin. Yuksekdag ji bo êrîşên tevkujiyê yên li Cizîr û bajarên din ên Kurdistanê jî wiha axivî: “Ew ê xira bikin, em ê ava bikin. Ew ê bikujin em ê ji nû ve bafirînin.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, di mîtinga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de axîvî û li ser têkoşîna azadiyê ya jinê nirxandin kirin. Yuksekdag di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şerê li Kurdistanê û berxwedana jinê ya li hemberî vî şerî. Yuksekdag anî ziman ku hem ji bo têkoşîna gelan hem jî ji bo têkoşîna azadiya jinê di rojên dijwar re derbas dibin, lê jin bi hemû berpirsyariya vê pêvajoyê girtine ser xwe.
‘JIN JIYANÊ Û RÛMETÊ DIPARÊZIN’
Yuksekdag bi lêv kir kir ku jin li hemberê mirin û hilweşînê, jiyanê û rûmetê diparêzin û got “Em vê têkoşînê datînin nîvê dilê xwe. Encax jin dikarin rê li ber vê siyaseta faşîst a şer a zilaman bigirin û veguherînin.”
'DAXWAZA XWERÊVEBIRINÊ CEWHERÊ JINAN E'
Yuksekdag di axaftina xwe de li ser daxwaza xwerêvebirinê ya gelan rawestiya û diyar kir ku wê jin heta dawiyê vê daxwazê biparêzin. Yuksekdag anî ziman ku jin li qadên xwerêvebirinê dengên xwe bilind dikin û wiha pê de çû: “Daxwaza xwerêvebirinê cewhera jinê ye. Xwerêvebirin tê wê wateyê ku gel xwe û bajarê xwe biparêze.”
‘KESÊN JINAN QETIL DIKIN NIKARIN JINAN RÊ VE BIBIN’
Yuksekdag qirkirina li ser jinê jî bi gotinên tund şermezar kir û wiha berdewam kir: “Kesên ku her roj jinan qetil dikin, jinan mehkûmî bêkariyê dikin, nasnameya jinê nas nakin, nikarin jinan bi rê ve bibin. Em jin dikarin xwe bi rê ve bibin.” Yuksekdag her wiha jinên ku di êrîşên tevkujiyê de hatin qetilkirin jî bi bîr xist û li hemberî pêkanînên êşkenceyê ya li ser bedena jinê bi gotinen tund rexne kir.
‘EW Ê XIRA BIKIN EM Ê AVA BIKIN’
Yuksekdag der barê serdana xwe ya Cizîrê jî axivî û wiha got: “Me ti carî din nava van mirinan, êşan de rûyê xwe û hêviyên xwe reş nekir û em ê reş nekin jî. Ew ê xira bikin, em ê ava bikin. Ew ê bikujin em ê ji nû ve bafirînin. Ji ber ku vê hêza me baş dizanin, jinan qetil dikin.” Yuksekdag diyar kir ku li gel hemû pêkanînên tevkujiyê jî, gelê Cizîrê teslîm nebûye.
'EM JIN EM Ê LI BER DERBEYÊN QESRÊ RAWESTIN’
Yuksekdag di axaftina xwe de gotinên Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan a “Ez biryara Dadgeha Qanûna Esasî nas nakim” jî bi tundî rexne kir û wiha pê de çû: “Hemû saziyên dewletê xistin bin desthilatdariya xwe. Derbekarê herî dawî ya dîroka Tirkiyeyê kesê li Qesrê ye. Em ê destûr nedin vê derbeyê .”
‘EM BI DOZA XWE Û ŞEHÎDÊ XWE SERBILIND IN’
Yuksekdag di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd wê hemû gelan azad bike û wiha got: “Bila ji hemû jinan re û şehîdan re soza me be. Me soz da ew şehîdên xwe ku gotin ‘Dibe ku em bimirin, lê hûn bi me serbilind bin.’ Em bi wan serbilind in. Em bi doza xwe ya mafdar serbilind in.”
Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çanda Mezopatamyayê (NÇM) Nurcan Degîrmencî û Kevser Colemêrg derketin ser dikê û bi stranên xwe ve coş dan jinan. Mitîng bi stranên hunermendan bi dawî bû.