Yuksekdag: Li dijî destê dirêjî jinê dibe, xweparastin maf e

Endamên Jinên Ciwan ên Azad bi dirûşma "Em bi îsyana xwe re azad dibin, ber bi şoreşê ve dimeşin" li Navenda Çandê ya Sû konferansa jinên ciwan lidar xist.

Yuksekdag da xuyakirin, ku AKP'ê ji aliyê exlaqî ve civak rizandiye û got, "Xweparastin mafê rewa yê hêzên civakî û jinan e. Li dijî destê dirêjî rûmeta jinê dibe, xweparastin maf e."

Endamên Jinên Ciwan ên Azad li Navenda Çandê ya Sû konferansa bi navê Em bi îsyana xwe re azad dibin, ber bi şoreşê ve dimeşin" lidar xistin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlementera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy û dayikên Polen Sadet û Hatîce Ezgî yên ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan tevlî konferansê bûn. Piştî rêzgirtinê endama ODK'ê Tugçe Kabasolûk axaftina vekirinê kir. Kabasolûk têkoşîna jinan silav kir û wiha got: "Me tovê îsyanê bi destê xwe çandin."

'EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIBIN KOLANAN'

Hevberdevka Giştî ya Meclîsên Jinan ên Sosyalîst Fadîme Çelebî jî bal kişand ser berxwedana jinan a dema şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê de. Çelebî diyar kir, ji Gezî heta Rojava têkoşîna jinan li qadan belav bû û got: "Jin li hemberî polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê tovê serhildanê diçînin." Çelebî da zanîn, divê jinên ciwan têkoşînê li kolanan belav bikin.

'JIN PÊŞENGÊN ŞOREŞÊ NE'

Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy jî diyar kir ku pêvajoyeke komkujiyê pêk tê, lê weke Şoreşa Rojava jin wê li Tirkiye û Kurdistanê pêşengiya şoreşê bike û got: "Jinên ciwan li Kurdistanê pêşengên xweparastinê ne. Jinên li hemberî hişmendiya zilam a AKP'ê li ber xwe didin pêşengên şoreşê ne." Ûlûsoy da zanîn, divê jin li hemberî hemû cure şîdetê xwe biparêzin.

'EDALETA JIN PÊK NEYNE EDALETA RAST NÎN E'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî diyar kir ku bi komkujiya Pirsûsê re xwestin têkoşîna jinên ciwan tine bikin û wiha axivî: "Lê tevî komkujiyan jî dilsozê soza xwe bûn û ber bi çeperan ve meşiyan." Yuksekdag bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û got, "Jineke azad tê wateya civakeke pêşeroja wê ronak. Civaka jin lê azad nejî, ew bi xwe jî azad nîne. Aştiya jin di nav de nebe civakî nabe. Edaleta jin pêk neyne edaleteke rast nabe."

Yuksekdag da zanîn ku hewl didin jinan ji qada siyaset û jiyanê derbixin û wiha pê de çû: "Tacîz û tecawiza li hemberî jinê pêk tê encama van polîtîkayan e. Hikûmet hewl dide civakê bê exlaq bike."

'XWEPARASTIN MAFEKÎ REWA YE'

Yuksekdag bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê ya bi hêza xwe pêk tîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xweparastin mafê me ye. Xweparastina li hemberî destdirêjiya li rûmeta jinê, mafrek e. Xweparastin mafekî rewa yê hêzên civakî û jinan e."

Konferans ji çapemeniyê re girtî dewam dike.