Yuksekdag: Hûn nikarin bi jinan!

Yuksekdag a li Silopiyayê di çalakiya 8'ê Mijdarê de axivî got, "Xwestin jinên berxwedêr, jinên Kurd mecbûrî sîstema xwe ya koledariyê bikin. Lê jinan her carê ew têk birin."

Ji bo çalakiya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, ku ji aliyê Kongreya Jinên Azad (KJA) ve li navçeya Şirnex Silopiyayê hat lidarxistin, bi sedan jin li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê li hev civiyan. Çalakî diyarî siyasetmedarên Kurd Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Ûyar ên li navçeyê hatin qetilkirin, hat kirin.

Di çalakiyê de Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez, Bûrcû Ozkan, Gulser Yildirim, Çaglar Demîrel û Besîme Konca jî amade bûn. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Hevseroka HDP'ê ya Silopiyayê Aycan Azma piştre axaftina vekirinê kir û destnîşan kir, ew ê bi mezinkirina têkoşîna jinê re bersivê bidin komkujiyên li hemberî jinan tên kirin.

DAYIK DEMÎR: TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ WÊ HEMÛ ZALIMAN TARÛMAR BIKE

Dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr mafê axaftinê wergirt û anî ziman, rêya her sê jinên hatine qetilkirin rêya wan e û got, "Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Bi qetilkirinê re nikarîbûn wan biqedînin. Li her devera cîhanê navê wan tê bîranîn. Ew êdî bi nêrînên xwe re ji hemû jinên cîhanê re daxivin. Di têkoşîna azadiyê ya jinan de bûn meşale. Bi agirê Kobanê re bûn yek. Çawa ku DAIŞ tarûmar kirin, wê hemû zaliman jî tarûmar bikin. Şehîd namirin. Her bijî gelê Kurd, her bijî jinên Kurd."

KOÇYÎGÎT: VAYE EM LI MEYDANAN E

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî jin silav kir û got, "Li Silopiyayê pêwîstî bi gotinê nîne. Bi berxwedana xwe ya 37 rojan re we ya pêwîst gotin. Em di nava rojên ji agir de ne. Di nava vê tarîtiyê de jinên berxwedêr, Sêvê, Fatma, Pakîze û yên mîna wan rêya me ronî dikin. Yên em qetil kirin ji wan hebûn ku em ê dest ji têkoşîna xwe berdin. Ji wan hebû ku ev gel nema li hev dicive. Vaye em li kolanan e. Bersiva me li vê meydanê ye."

Piştre mesaja bavê Fatma Ûyar Reşît Ûyar ê li Girtîgeha Şirnexê tê ragirtin, hat xwendin.

YUKSEKDAG: JINAN DESTANA XWERÊVEBERÎ Û AZADIYÊ NIVÎSANDIN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî destnîşan kir, ku gel û jinên Silopiyayê beriya bi mehan destana lehengiyê nivîsandine û got, "Bi Sêvê, Pakîze û Fatmayan re jinên Silopiyayê li vî bajarî destana xwerêveberî û azadiyê nivîsandin."

Yuksekdag diyar kir, ji bo tevgera jinên cîhanê, berxwedana jinên Silopiyayê destpêkeke gelekî girîng e û got, "Hevrêyên me yên jin dema hatin qetilkirin, di destê wan de meşaleya têkoşînê hebû. Meşaleya lehengiyê hebû. Ev meşale îro pêşiya me ronî dike. Em vê biryardariya xwe careke din bilêv dikin. Sekna wan a canfedayî wê ji bo hemû jinan bibe rêya serketin û têkoşînê. Li dora têkoşîna wan em careke din li hev kom bûn.

Bi sedan caran em qetil kirin. Gelek caran hewl dan me teslîm bigirin. Xwestin jinên berxwedêr, jinên Kurd mecbûrî wê sîstema xwe ya koledariyê bikin. Lê di her firsendê de ew têk çûn. Li hemberî berxwedana gel û jinên me winda kirin."

Yuksekdag ragihand, ku ew jiyana nû diparêzin û bi vî rengî dawî li gotinên xwe anî: "Jinên jiyana nû diparêzin wê xwedî li vê têkoşînê derkevin. Em soz didin, em ê agirê wan dadan e geş bikin. Jiyan wê bi ser bikeve, berxwedêr, jinên berxwedêr wê bi ser bikevin."

Yuksekdag piştî axaftinê qurnefîl li jinan belav kir û çû Şirnexê.

...