Yuksekdag: Hûn dikarin malan hilweşînin, lê qet nikarin rûmeta gelê Kurd bişkînin!

Li Wanê Yuksekdag piştî ku cejna gel pîroz kir û şûn de axivî, diyar kir ku tevî hemû êrîşên qirkirinê jî nikarin rûmeta gelê Kurd bişkînin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li navçeyên wekî Payîzava û Şaxê yên Wanê bi gel re civiya û cejna wan pîroz kirin. Yuksekdag diyar kir zarok bê dayik û bê bav, bav û dayik jî bê zarok hiştin û wiha got: "Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Rojên ku li ser vê erdnîgariyê, cejnên aram bên pîrozkirin pir nêz in."

Bi minasebeta cejna Remezanê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Wanê bû û serlêdanên xwe yên cejnê berdewam kir. Yuksekdag bi heyeta ku Wekîlê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim jî tê de bû, derbasî navçeya Westanê bûn, li vir bi gel re cejn pîroz kirin.

Yuksekdag da zanîn cejn ji bo aştî û piştgiriyê derfetên gelek girîng in û wiha axivî: "Lê di nezera AKP'ê de cejn tineye. Ji ber siyaseta AKP'ê welatiyan pîrozkirina cejnan pêk nanîn." Yuksekdag di dewama axaftina xwe de eşkere kir ku li Tirkiye û Kurdistanê cejn pêk nehatiye û wiha pê de çû: "Divê kesên malên me veguherandin şînê bizanibin, em ê pîrozkirina wan cejnên ku ruhên aştiyê dihewîne berdewam bikin."

‘HEZKIRIYÊN ŞER!’

Yuksekdag eşkere kir ku ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê gelek zarokan cejn bê dayik û bê bav derbas kirine û ev tişt anî ziman: "Zarok bê dayik û bê bav, bav û dayik jî bê zarok hiştin. Em ê bi agirê dilê xwe vê berxwedanê heta dawiyê bibin. Li bajarên berxwedanê yên mîna Cizîr, Silopiya, Gever, Nisêbîn, Sûr û Licê ji aliyê hezkiriyên şer ve hatin şewitandin, hilweşandin. Hûn dikarin malên gelê Kurd hilweşînin; dikarin ji nû ve jî ava bikin, lê hûn nikarin rûmeta wan bişkînin û ji warên wan qut bikin.”

Heyeta ku Yuksekdag jî pê re bû piştî serdana Westanê derbasî Şaxê û li wir jî derbasî Payîzavayê bûn, heyet li her du navçeyan bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Piştî pîrozbahiya cejnê ya li ber avahiya DBP'ê ya Şaxê, piştre bi esnafan re cejn hat pîrozkirin. Yuksekdag piştre ji navçeyê veqetiya.