Yuksekdag: Em li mexdûrên erdhejê xwedî derbikevin

Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Kandirayê tê girtin,  ji bo kesên ku di erdheja li Eyaleta Silêmanî  û Eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest.

Peyama Yuksekdag wiha ye:

"Xwedê rehma xwe li wan kesan bike ku di erdheja Silêmanî ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, serê nasên wan û gelê Kurd sax be.

Em ew kesên ku ku bûne şahid ji wan êşên erhejê re ku hê şopa wan derbas nebûye baş dizanin ku birîn dema ku mirov li hev xwedî derbikeve dikarin bikewin.

Ez diyar dikim ku êşa gelên Kurdistanê par ve dikim, ji bo ku birîn werin pêçan û qadên jiyanê werin avakirin banga xwedîderketinê dikim."