Yuksekdag: Em ê jiyana nû zexm ava bikin, wê nikaribin hilweşînin
Yuksekdag li Edeneyê got berxwedan nehat têkbirin û wiha peyam da, ‘’li ser wan kavilan bînayên asêtir û berxwedaneke meztir zîl dide.’’
Yuksekdag li Edeneyê got berxwedan nehat têkbirin û wiha peyam da, ‘’li ser wan kavilan bînayên asêtir û berxwedaneke meztir zîl dide.’’
Yuksekdag seriyek da Nûnertiya Herêmê ya Ceyhanê ya partiyê ku rojên bihurî êrîşeke çekdarî bi ser de biribûn û li wir cejna gel pîroz kir. Hevserokê Navçeya Ceyhanê Sagat di serlêdana Yuksekdag de, cejna Ceyhaniyan pîroz kir, êrîşa bi ser nûnertiya wan de hatî şermezar kir û got ew ê qet radestî pergala dîktatorî nebin.
Yuksekdag xwest ku Cejna Remezanê bibe wesîleya aştiyê û cejna her kesî pîroz kir û wiha pê de çû: ‘’ Ev bi salan e nehiştin ku ev gel,em kêfxweş bibin û cejna xwe bi kêfxweşî bikin. Çavê wan bar nebû ku weke însanan, bi rûmeta xwe û hebûna xwe li ser van erdan bijîn. Lê, ti carî em radestî wan nebûn ku dixwestin me radest bigirin û em ê heqê xwe bi dest wan ve nehêlin. Xwedanê heqê jinên me, ciwanên me û zarokên me yê li vê jiyanê, ne ew kesê li Qesrê ye. Me ev heq, ev nasname û azadî bi destûra wî nestandiye. Xwedê kir ku ji mêj ve em ew gel in ku li ber xwe didin. Ji Xwedê pê ve em stûyê xwe li ber kesekî naçemînin. Li hemberî kesên ku cejnê li me dikin jehr me tim li ber xwe da û em ê tim li ber xwe bidin. Ti caran me dest ji pêbawerbûna doza xwe, gelê xwe neqeriya û me tim ji hev hez kir. Li van xakan heyatî ku em hebin em ê destûr nedin ku mirovahiya mezin binpê bikin.’’
‘PEYWIRA ME YE KU EM BI SER BIXIN’
Got, ‘’Ên ku li Minbicê, Kobanê şer dikin ên ku li Ceyhan Edeneyê, li Gever, Licê, Sûr, Silopiyayê ji bo ku azadiyê pêk bînin hişk xwe bi van xaka van dizeliqînin jî xwişk û birayên me ne’’ û bi berdewamî: ‘’Li Nisêbînê, Sûrê, Cizîrê, Farqînê li cihên ku rûmet û berxwedana Kurd nehate şikîn gelek canên me ji dest me birin. Ez hemû şehîdên me bi hurmet bi bîr tînim. Peywira me hemûyan e ku em têkoşîna wan û doza wan ber bi serkeftina mezin ve bibin.”
Yuksekdag di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser hilweşîna Kurdistanê û got, ‘’Li wê derê mal û stargeha gelê me xira kirin, lê nekarîn ku dest li rûmet û berxwedana wan bidin. Li ser wan xirabe û kavilan wê bînahiyên hê zexmtir û berxwedên xurttir zîl bidin. Ew dara jînê ya nû wê bibe bînahiya me ya nû û wê bibe hêzeke ku qet ew ê nikaribin hilweşînin.’’