Yuksekdag çû serdana Çîlem Dogan
Yuksekdag, çû serdana Çîlem Dogan a ku dema xweparastina xwe hevjînê xwe kuşt.
Yuksekdag, çû serdana Çîlem Dogan a ku dema xweparastina xwe hevjînê xwe kuşt.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, li Edeneyê çû serdana Çîlem Dogan a ku ji ber xweparastina xwe ya li dijî hevjînê xwe yê tundî li ser wê bi kar tanî hatibû girtin, piştre jî bi kefaletê hatibû berdan.
Dema serdanê de jinên ji Meclîsa Jinê ya HDP’ê, rêxistinên bajarên Edene û Mêrsînê jî bi Yuksekdag re tevlî ziyaretê bûn. Yuksekdag wiha axivî: “Me li dijî tundiya li hember jinê hêza piştevaniya jinê dît. Derketina te baweriya me hê xurtir kir. Em bi tevahî dilê xwe li gel te ne. Çi ji detê me bê ji bo piştgiriyê em amade ne. Ji bo tevahî hevalên me yên jin, ji bo Nevîn, ji bo Yasemîn… Niha divê em ji bo wan têbikoşin. Neheqiyek pir mezin heye. Ji bo zindîmayinê parastina rewa pêwîst e. Neheqiyek wisa heye ku zilamên ku jinan dikujin, cezayên wan bi gelek sedeman kêm dikin. Eger têkoşîna rêxistinên jinan nîn bûna, eger rêxistinên jinan nîn bûna, wê ev biryar jî nebûya.”
‘BI SAYA TÊKOŞÎNÊ EZ HATIM BERDAN’
Çîlem Dogan jî wiha got: “Min dest ji xwe berneda, bê hêvî nebûm. Min xwe di ti demê de bi tenê hîs nekir. Eger ku têkoşîn nebûya wê ceza hê zêdetir bibûya. Wê zêdetirî 15 salan ceza bihatiba dayîn.” Dogan wiha dewam kir: “Hemû cure daxwazên parastinê hatin redkirin, hemû serlêdanên me ji nedîtî ve hatin. Hevrûyê nêzîkatiyeke ku wekî min kêfî mêreke kuştiye dihatim. Ew jî di wê zanabûnê de bûn, bi rastî jî mexdûr bûm, wan jî bawer kirin. Ez texmîn dikim ku ezabê wijdanê kişandin ji bo wê biryara berdanê pejirandin, bi saya têkoşînê ev yek pêk hat.”