YPS-Jin Gever jî hat îlankirin

Li Colemêrgê yek ji cihên ku îradeya xwerêveberiya gel lê pêşketiye, jin ji bo li hember êrîşên hêzên dewleta Tirk erka xweparastinê pêk bînin YPS-Jin îlan kirin.

Li Colemêrgê yek ji cihên ku îradeya xwerêveberiya gel lê pêşketiye, jin ji bo li hember êrîşên hêzên dewleta Tirk erka xweparastinê pêk bînin YPS-Jin îlan kirin.

Êrîşên qirkirinê yên li bajarên Kurdistanê didomin, hêza xweparastiyê ya jinan a Yekîneyên Parastina Sivîl-Jin (YPS-Jin), li navçeya Gever a Colemêrgê ya ku êrîşên hêzên dewleta Tirk didomin bi merasîmekê damezirandina xwe îlan kir. Ji beriya merasîmê, yekîneyên YPS Gever parastina ewlekariyê girtin, li cihê merasîmê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyê siyasetvana jin a Kurd Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin, alên PKK, KCK û YPS-Jin hatin rakirin. Merasîm bi cihbûna gelek endamên YPS-Jin destpê kir.

Piştre Berdevka Fermandariya YPS-Jin a Geverê Rozerîn Gever û yên li gel, cihê xwe yê li protokolê girtin û yekîne silav kir. Bi rêzdgirtina li hember şehîdan ketin rêzgirtinê.

Piştre Berdevkê Fermandariya YPS-Jin a Geverê Rozerîn Gever axivî û wiha got: “ Dewleta Tirk li hember daxwaza gelê me ya meşrû bersiv nade û her roj qetlîamên nû, girtin û êşkenceyan, dixwaze gelê me bi çewisîne bitirsîne, ji hêza kevneşopiya çanda gelê Kurd ditirsin û provayên mirinê didin pêş û dixwazin biqedînin.”

‘EGER JIYANEK HEBE YAN WÊ BI AZADÎ BIBE YAN JÎ QET NABE’

Gever diyar kir ku heta dawî ew piştgiriya xwerêveberiyan dikin, ev daxuyanî da: “ Ji bo hemû êrîşên li hember gelê xwe vale derxin û bersiv bidin, em YPS-Jin Gever îlan dikin û em dibêjin eger jiyanek hebe yan bi azadî yan jî qet nabe. Li ser vî bingehî, berxwedana Cizîr, fedakariya li Sûr û Sekna Nisêbînê silav dikin û mil bi mil soza ku Kurdistanê azad bikin didin.”

 ‘EM JINÊN KURD JI ÇANDA BERXWEDANA BÊRÎTAN HATINE’

Gever da xuyakirin ku li hember hişmediya zilamê desthilatdar ê ku AKP pêşengtî dike û heta hikûmeta wê ji xaka Kurdistanê dernexînin wê têkoşînê bidomînin. Gever wiha anî ziman: “Em wek fedayiyên Kurdistanê, me şerê mezin ê Sara nas kir, bi navê Zîlanan mezin bûn, bî qêrîna Viyanan me govend girtin. Em jinên Kurd ji çanda berxwedana Bêrîtanê hatine.” Bi gotinên “An azadî an azadî” dawî li axaftina xwe anî.

Piştî axaftinan, endamên YPS-Jin dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî” û “ Bijî Serok Apo” qîr kirin.