YPJ Şengalê nerazîbûnek tund nîşanî daxuyaniya Awnî yê PDK'yî da
Fermandariya Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê (YPJ-Şengal) nerazîbûneke tund nîşanî rayedarê PDK'ê Alî Awnî da, ku vî şexsî bi gotinên xwe re Tevgera Azadiyê ya Kurd hedef nîşan da.
Fermandariya Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê (YPJ-Şengal) nerazîbûneke tund nîşanî rayedarê PDK'ê Alî Awnî da, ku vî şexsî bi gotinên xwe re Tevgera Azadiyê ya Kurd hedef nîşan da.
Di daxuyaniya nivîskî ya YPJ-Şengalê de hat gotin, "3'ê Tebaxa 2014'an ji bo me bu demeke gelekî bi êş û tijî ders. Ji ber ku hêzên ku digotin wê me biparêzin em di nava lepên çeteyên DAIŞ'ê de hiştin û reviyan, bi hezaran mirovên me hatin kuştin û bi hezaran êsîr bûn. Hînê li Mûsil, li Reqqayê, bi sîstemeke li dijî mirovahiyê ku ne kêmî Serdema Navîn e, jinên Êzidî li bazarên koleyan tên firotin. Hêzên PDK'ê ku berpirsyarê sereke yê vê trajediyê ye û li ser rêveberiya Hikûmeta Herêmî ye, ji bo ser şaşîtiyên xwe bigire û xwe mafdar nîşan bide, daxuyaniyên welê dide ku lêborîna dike ji gunehên kiriye xerabtir û girantir e."
'HÊZÊN PDK'Ê SEBEBA ÊŞA JINÊN ÊZIDÎ NE'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku roja 3'ê Tebaxê ji bilî PKK û YPG ti kes bi hawara Êzidiyan ve nehatine û hat gotin, "Şengal cihê mehşerê bû û li dijî zebaniyên vê mehşerê, bi tenê PKK'ê şer kir û bû garantiya jiyanê ya Êzidiyên ji ber komkujiyê mayî. Belê, bêguman êşa herî mezin a vêkomkujiyê jinên Êzidî kişandin. Ewladên me li pêş çavên me hatin qetilkirin, zarokên me yên keç ên 9 salî bi dehan caran hatin firotin, rastî destavêtinê hatin, rastî lêdanê hatin û hînê bi hezaran ji me tên firotin û rastî destavêtinê tên. Tekane berpirsyarê êşeke bi vî rengî, feraseta desthilatdariyê ya bi zîhniyeta mêr e ku jinê tine dibîne û vîna wê tine dike. Herî kêm bi qasî DAIŞ'ê, hêzên PDK ên ku rê dan DAIŞ'ê ku bikevin herêmê, tekane sebebê van êşên jinên Êzidî dikişîne, ye.
Hêzên PDK'ê ku gunehekî ewçend giran kirine, bêyî ku li ber xwe bikevin û ji xwe fedî bikin, her roj di çapemeniyê de daxuyaniyên cihê şermê ne, didin. Herî dawî yek ji rayedarekî PDK'ê Alî Awnî beşdarî bernameyeke Rûdaw bû û di vê bernameyê de nirxandina 'Êsîrketina jinan di destê DAIŞ'ê de û tevlîbûna jinan li nava PKK'ê weke hev in. PKK jî jinên Êzidî dike bombeya zindî û wan diteqîne' da. Vî şexsî bi van gotinên xwe re heqaret li hêza parastina jinên Êzidî YPJ-Şengalê kir.
Em weke rêxistina parastina jinên Êzidî ku bi hêza xwe ava bûne, van nirxandina bi tundî şermezar dikin. Alî Awnî bi van gotinên xwe re nîşan da ku mejiyê wî ne dûrî yê DAIŞ'ê ye."
'YÊN KU VAN DAXUYANIYAN DIDIN, EW KES IN KU BÛNE SEBEP EM LI BAZARAN BÊN FIROTIN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku jinên Êzidî bi rêxistinbûyîna YPJ-Şengalê re gihaştine wê astê ku xwe biparêzin, ji bo azadiya xwe têbikoşin û hat gotin, "Me êdî fêm kir ku parastin, bi qasî ku ji mêr re neyê hiştin, mijareke hêja û hesas e. Mêrên ku îro van daxuyaniyan didin, bûne sebep ku em li bazaran werin firotin. Zîhniyeta ku niha rabûye meşandina têkoşîna azadiyê û firotinê weke hev dibîne, ji bilî DAIŞ'ê ne tiştekî din e. Daxuyaniyên bi vî rengî jî nîşan didin ku ev zîhniyet çiqasî ji jinên zane, xurt û azad ditirse. Belê, li hemberî zîhniyetên bi vî rengî, rêxistinbûyîn, xurtbûyîn û azadiya jinên Êzidî gefeke mezin e; ji ber ku êdî ti hêz wê nikaribe li ser me hesaban bike. Jinên Êzidî bi vê rêxistinbûyînê re dest bi hilanîna tola 73 fermanan kirine û wê her hilînin. Nirxandina der heqê jinên Êzidî ne hedê Alî Awnî ye. Divê Alî Awnî derhal ji hemû jinên Êzidî lêborînê bixwaze û hurmetê nîşanî têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bide.
'EM BANG LI CIWANAN DIKIN KU TEVLÎ NAVA REFÊN ME BIBIN'
Careke din hat dîtin, ku xweparastin ji bo me nebe nabe. Bi vê wesîleyê di serî de keç û xortên leheng ên civaka me ya Êzidî em bang li hemû ciwanên Kurdistanî dikin ku tevlî refên YPJ Şengal û YBŞ'ê bibin û hêzê bidin pêngava azadkirina Şengalê."