YPJ: Şehîda xwe ya yekem a QSD’ê Peyman bibîr tînin
YPJ’ê, yekemîn şervana xwe ya YPJ’ê Penaber ku di nava refên QSD’ê de jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî.
YPJ’ê, yekemîn şervana xwe ya YPJ’ê Penaber ku di nava refên QSD’ê de jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî.
Fermandariya Girştî ya YPJ’ê , şervana xwe ya YPJ’ê Penaber a ku yekem şervana wan a di nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê de jiyana xwe ji dest daye, di salvgera yekemîn a şehadetê de bibîr anîn.
YPJ a ku daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku têkoşîna bi zorê ya hêzên YPG/YPJ’ê ya Şoreşa Rojava dewam dike, di refên pêş ê têkoşînê de her tim jin li pêş in.
BI SAYA KEDA WAN BI SERKETIN
Di dewam daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Ji bo azadkirina gelên bindest yên ku hîn bêhna azadiyê ne kirine û bi hezaran salane ku li hemberî her cûreyên zilm û desthilatdariyê hatine, hemla rizgarkirina ax û welat hat destpêkirin. Yek ji wan hemlan jî, hemla Holê bû, ku ji milê QSD'ê ve hatibû destpêkirin. Em jî weke Yekîneyên Parastina Jin me cihê xwe di nav de girt û her wiha berxwedaniyeke pir mezin ji milê hêzên me ve, hat meşandin. Weke tê zanîn, di her şer û hemlan de, jin bi ked,û pêşengtiya xwe reng dide. Ev tişt jî di hemla Holê de hat diyarkirin.
Hemla rizgarkirina welat berdawam dike û pê re jî em hevalên xwe yên şehîd bi oxir dikin û bi bîr tînin. Dîsa îro em yekemîn salvegera Şehadeta Yekem Şervana YPJ, Di nav hêzên QSD'ê de bi rêzdarî bi bîr tînin. Şehîd Peneber ya ku di destpêke şoreşê de tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jin bû û riya berxwedan û têkoşînê hilbijart bû. Bi qasî ku bi hezkirina welat ve girêdayî bû, bi qasî wê jî bi zanbûn û erkên dîrokî ve girêdayêye. Her wiha xwesteka ku bibe bersiveke pir xort ji dijminê ku dest davêje xwîn û nirxên gel, di nava rêfên YPJ'ê têkoşîn xwe destpêkir û herî dawî di pêngava rizgarkirina bajarê Holê de, ya ku ji milê Hêzên Sûriyayê Demokeretîk ve, bi navê Xezba Xabûr, hatibû destpêkirin, piştî qeheremantiyeke mezin şehîd dikeve û dibe yekemîn şehîdên jin di nava hêzên QSD'ê de.
Îro bi xwîna van lehengan û qehremanan yên ku ji dev her tiştê berdan û canê xwe kirin mertal ji bo parastina gel û nirxên wî, pir pêşketin û guhertinên dîrokî çêbûn. Bi xwîna xwe ya paqij yekîtî û biratiya gelan çêkirin li ser vê xeka ku her kesî di hindirê xwe de dihewîne( ereb, kurd, ermen, sûriyan û ermen.
Em jî weke Yekineyên Parastin Jin di keseyta heval Peneber de, hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê didin. “