YPJ: Jinên Nepalî li dijî mêtîngeriyê têkoşîneke serketî ya gerîla meşandin

Fermandariya YPJ'ê ya Kobanê bi peyamekê bersiv da peyama jinên ANWA'yî yên li Nepalê û destnîşan kir ku jinên Nepalî di têkoşîna serketî ya gerîla ya li dijî mêtîngeriyê de roleke girîng lîstine.

Fermandariya YPJ'ê ya Kobanê bi peyamekê bersiv da peyama jinên ANWA'yî yên li Nepalê û destnîşan kir ku jinên Nepalî di têkoşîna serketî ya gerîla ya li dijî mêtîngeriyê de roleke girîng lîstine.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ya Kobanê, bersiv da peyama jinên endamên Rêxistina Jinên Neteweyî ya Şoreşger a Nepalê (ANWA).

Fermandariya YPJ'ê got, "Beriya her tiştî, em bi ruhê serketina Kobanê û dilsoziya bi azadiyê re we silav dikin. Peyama we beriya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê gihaşt me. Ev dîroka girîng, bi peyama we ya ji bo me gelekî hêja ye, bêhtir girîng bû" û destnîşan kir ku ew gelekî watedar dibînin; jinên li çar aliyên cîhanê, bi taybetî jinên milîtan berxwedana li Kobanê û herêmên din ên Kurdistanê weke têkoşîna xwe ya azadiyê dibînin.

Di peyam YPJ'ê de hat ragihandin ku têkoşîna li hemberî DAIŞ, hevparên wê û hêzên mêtînger, paşverû, dijminê jinê û xwedî mejiyê baviksalariyê tê meşandin, ne têkoşîneke herêmî ye ku bi tenê ji aliyê Kurdan ve tê meşandin û hat gotin, "Ev berxwedana ku jin jê re pêşengiyê dikin, xwedî karaktereke gerdûnî ye. Em li vê derê ne tenê xwe, gelên xwe û xaka xwe ji êrîşên çeteyan diparêzin. Di heman demê de em mirovahiyê diparêzin. Ji ber ku li Kobanê û herêmên din ên Kurdistanê yên rastî êrîşa DAIŞ û hevkarên wê tên, di navbera du nêrînên cîhanê, du îdeolojiyan, du modelên pêşerojê de şer tê meşandin. Li aliyekî vî şerî modeleke jiyanê ya xwe dispêre azadiya jinê û neteweya demokratîk, ku em weke modernîteya demokratîk bi nav dikin heye, li aliyê din jî tarîtiya xwe dispêre baviksalarî, mêtîngerî û kolekirina jinê heye.

Berxwedana me , têkoşîneke xwe dispêre xweparastinê ye. Ji bo me xweparastin, ne tenê rakirina çekê û parastina li hemberî êrîşan e. Xweparastin di heman demê de zemîneke ji bo jîndarkirina nirxên me ye. Pêwendiya xwe bi avakirina demokratîk heye ku hemûkes û gel yekser beşdarî pêvajoya civakî dibin. Weke jin em mîsyona pêşengiya vê têkoşîna avakirina civaka demokratîk û jiyana azad, bi cih tînin."

Di peyamê de bal hat kişandin ser rola girîng a jinên Nepalî di têkoşîna serketî ya gerîla ya li dijî mêtîngeriyê de û ev yek hat destnîşankirin: "Weke ku we di peyama xwe de destnîşan kirin; serketina di têkoşîna çekdarî de ti carî ne serketina dawî ye. Têkoşîna avakirina neteweya demokratîk a ku nirxên şoreşê ewle dike, têkoşîneke gelekî zehmettir e.

Tevî ku em li cihên cuda têdikoş in jî weke jin, berxwedanên me yên ji bo azadiyê, xwedî karakterekî gerdûnî ne. Ji ber ku em li dijî rewşa herêmî ya heman sîstema gerdûnî têdikoş in. Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku em di nava rewşên xwe yên herêmî de piran ava bikin û li ser zemînên hevpar bigihêjin hev. Bi piştgiriya jinan re em çiqasî tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin û hêzê bidin hev, ew ê bi heman rengî sîstema baviksalarî û kapîtalîst karibe ji holê bê rakirin.

Tevî şoreşa li Nepalê, asta we ya tevlîbûna li pêvajoya siyasî û civakî hêzê dide me. Ji bo me cihê kêfxweşiyê ye ku têkoşîna me, tecrûbeyên me û destketiyên me yên li Kurdistanê hêzê dide we. Em pirên di navbera Kurdistan û Nepalê de xurttir bikin û bi vî rengî ji bo azadî û demokrasiya rasteqîn têkoşîna xwe ya milîtaniya gerdûnî mezin bikin. Hûn jî mîna me gelên çiyayî ne. Gelên çiyayî xwişk û birayên hev in. Ji çiyayên herî bilind ên Kurdistanê, em silavên xwe yên şoreşgerî ji we jinên Nepalî yên li Çiyayê Hîmalaya dijîn re dişînin.

Bi hêviya ku di demeke nêz de em ê li welatê we bigihêjin hev. Em ê gelekî kêfxweş bin ku we li Kurdistanê bibînin. Bi dilsoziya azadiyê ya jinên milîtan ên gerîlayên Kudistanê, bir uhê şoreşê em we şervanên gerîla yên berê yên Nepalê hembêz dikin. Em ê serbilind bin ku we li çiyayên Kurdistanê û Rojava bibînin û we bikin mêvanê xwe."