'YPJ hêzeke enternasyonalîst e'

Berdevka YPJ'ê Nesrîn Ebdullah diyar kir ku YPJ hêza parastinê ya jinên cîhanê ye û destnîşan kir, ku divê jin xwedî li YPJ'ê derkevin.

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta l hemberî Jinê, li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê, semînerek organîze kir. Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Nesrîn Ebdullah jî bû mêvanê semînerê.

Ebdullah bal kişand ser pêşengiya jinên Rojavayî bi YPJ'ê re li qada siyasî û leşkerî dike û da zanîn ku YPJ hêzeke aştiyane û xizmetkarê gel e, li dijî planên dagirkeriyê yên hin navendên desthilatdariyê, li ber xwe dide.

Nesrîn Ebdullah di dewama axaftina xwe ya li semînerê de got, "Perwerdeya jinê mijareke girîng e. Şerekî bê îdeolojî were meşandin, mirovan dike robot. Pêwîstiya me bi şerê şexsekî mekanîk bûye, nîne. Ji ber vê yekê em bi girîngî nêzî perwerdeyê dibin. Bi dehan akademiyên me yên leşkerî hene. Di van akademiyan de jin ji aliyê leşkerî, îdeolojîk û felsefîk ve tên perwerdekirin."

Ebdullah da xuyakirin ku YPJ ne tenê hêzeke Kurdistanî ye û got, "Her çend YPJ hêzeke leşkerî ya bi pêşengiya Kurdan jî be, YPJ hêzeke enternasyonalîst e. Ji gelek neteweyan mirov di nav de cih digirin. YPJ hêza parastina jinên cîhanê ye. Girîng e jin hemû xwedî li YPJ'ê derkevin."