YJŞ: Em ê têkoşîna ya tolhildanê li ser şopa Bêrîvanan mezin bikin
YJŞ'ê, gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Şengalî ku di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, di salvegera yekemîn a şehadeta wê de, bibîr anî.
YJŞ'ê, gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Şengalî ku di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, di salvegera yekemîn a şehadeta wê de, bibîr anî.
Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi wesîleya yekemîn salvegera şehdaeta Bêrîvan Şengalî, ku di 22'ê Mijdara 2015'an de ji ber êrîşên dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de, di şexsê Bêrîvan Şengalî de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn, sersaxî ji malbatê û hemû hezkiriyên wê hat xwestin û soz hat dayîn ku ew ê têkoşînê heta serketinê bidomînin.
'ARMANCA XWE YA BINGEHÎN QEDANDINA ÊŞA JINAN BÛ'
Fermandariya YJŞ'ê bibîr xist, piştî êrîş û fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a DAIŞ'ê ya li Şengalê, Bêrîvan Şengalî tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû û got, "Hevrê Bêrîvan, gerîlayên HPG û YJA Starê yên bi hawara me ve hatin nas kir û da pey hêvî û hêza dilê van şervanan."
Fermandariyê da xuyakirin, Bêrîvan ji çiyayê şengalê berê xwe da çiyayên Kurdistanê yêna zad û destnîşan kir, ku armanca wê ya bingehîn fêhmkirina felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedandina êşên jinan bû.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Armanceke mezin a Bêrîvan hebû ku ji bo azadiya gelê xwe, dixwest bibe yek ji pêşengên vî şerî. Ji bo vê armanca xwe, li çiyê xwe ji têkoşînê re amade dikir. Lê belê di encama êrîşa dewleta Tirk ku hevkarê herî mezin ê çeteyên DAIŞ'ê de ye, şehîd bû."
Fermandariyê destnîşan kir, ku weke jinên Êzidî wan jî ji bo bîranîna Bêrîvanan û bidawîkirina komkujî û êşên jinên Êzidî dikişînin, ji bo azadiay Şengalê YJŞ ava kirine û wiha dewam kir: "Di demeke kurt de bûn rêxistineke xurt a xwedî îrade. Em şerê xwe dewam dikin. Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî, ji bo hilanîna tola jinên hatin kuştin, revandin û li bazaran firotin, bi pêşengiya YJŞ'ê dest pê kir. YJŞ ku rêxistina xweparastinê û hêviya jinên Êzidî ye, wê di xeta Bêrîvanan de têkoşîna xwe bidomîne. Heta rizgarkirina jinên di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne û azadiya gelê me, wê têbikoşe. Ev yek wasiyeta Bêrîvanan e ji bo me."
'EM Ê LI SER ŞOPA WAN BIN'
Fermandariya YJŞ'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê û destnîşan kir, ku ji boa zadiya xwe ew ê heta dawiyê şer bikin.
Fermandariyê got, "Em li ser şopa Bêrîvanan, Binevşan û Xanêyan bimeşin û dibin xwedî vîn û hêz."
Fermanariyê bangl i hemû jinên Êzidî kir, ku xwedî li têkoşîna xwe derkevin.