YJK-S têkildarî tecrîda li ser Ocalan bi Rêxistina Efû’yê re civiya

Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyî (YJK-S) ji bo polîtîkayên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi nûnertiya Rêxistina Efû’yê ya Navneteweyî ya Swîsreyê re hevdîtinek pêk anîn.

Li ser navê YJK-S’yê heyetek bi berpirsa Rêxistina Efû’yê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê Maya Nenschamann re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinên ku hatin lidarxistin de, hate diyar kirin ku fikarên têkildarî rewşa tendirûstî û jiyana Ocalan de bi fikarin û rê nayê dayîn ku malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Di hevdîtinê de bal kişand ku dewleta Tirk ji bo li hember Ocalan her cûre pêkanînên tecrîda girankirî didomîne. hevdîtinê destnîşan kir ku Ocalan ji bo Rojhilata Navîn û Cîhanê rolekî girîng ê wî heye, li welatekî ku temenê pelpelîkan ji yê zarokan dirêjtir be, ji bo li Tirkiyeyê sîstemekî demokratîk û aştiyane pêk were enceq bi Ocalan pêk tê. Hevdîtinê da zanîn ku divê di vê mijarê de hemû sazî û desteyên civakî û raya giştî ya cîhanê bi hestyar tevbigere. Piştî hevdîtinan dosyaya ku têkildrî rewşa Ocalan û fikaran radestî Heûschmann.

Heûschammann diyar kir ku rewşa Ocalan di rojeva wan de ne, dosyaya ku hatiye radest kirin wê bişîne navenda ku li Bern û ji bo lêkolînê wê bişînin hemû şaxên Swîsreyê û weke Rêxistina Efû’yê ji bo banga lezgîn bikevînin nava tevgerê.