YJK-E ji bo Nisêbînê banga lezgîn kir

YJK-E li hemberî komkujiyên li Nisêbînê tên kirin bang li gel û raya giştî ya navneteweyî kir, ku bikevin nava tevgerê.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo Nisêbînê banga lezgîn a çalakiyan kir.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser înfazkirin û şewitandina 20 sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve û bang li her kesî hat kirin, ku li dijî vê yekê li her cihî çalakiyan lidar bixin.

JI BO ÇALAKIYA LI DORTMÛNDÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Banga me di serî de li jinan, li hemû mirovên ji xwe re dibêje 'ez şoreşger im, demokrat im, sosyalîst im' e: Li dijî van komkujiyan dengê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Dibe ku sibe gelekî dereng be. Werin em bi hev re, dest bi dest, mil bi mil li dijî komkujiyên dewleta Tirk derkevin, dengê xwe bi awayekî azad bilind bikin."

Di dawiya daxuyaniya YJK-E de ji bo meşa sibe ya li Dortmûndê ku wê saet di 10:30 de li Vestentor (Li pêşberî Haûptbahnhofê) bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.