YJA Starê bîlançoya çalakiyan a 2015'an aşkere kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, bîlançoya çalakiyan a sala 2015'an aşkere kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya çalakiyan a sala 2015'an bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke tevgera azadiyê, me sala 2015'an bi berxwedaneke mezin ruhê têkoşînê pêşwazî kir. Bi biryardariya misogerkirina azadiya gel û Rêberê me, me dest bi salê kir û li ser vê bingehê çalakiyên aktîf pêk anîn. Di nava salê de, polîtîkaya dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya înkar, tinekirin û asîmîlasyonê qet neguherî, tecrîda li ser Rêberê me hat girankirin û êrîşên li hemberî tevgera me hatin zêdekirin. Tevî hemû hewldanên aştiyê yên Rêberê me, ti bersiveke erênî nehat dayîn. Operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî gelê me dewam kirin. Li hemberî gelê me yê li ser zemîna meşrû û qanûnî têdikoşe, daxwaza xwerêveberiyê bilêv dike, pêkanînên faşîst ên mêtîngeriyê hatin nîşandan."

Fermandariyê ragihand, ku li hemberî jinên Kurd ên bi daxwaza xwerêveberiyê û azadiya gelê Kurd têdikoşin, bi awayekî vekirî komkujî hatin kirin û got, "Dayikên me, jinên me, keçên me yên ciwan ên daxwaza mafên demokratîk kirin, rastî şîdeta polîs û artêşa AKP'ê tên."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku weke artêşa gerîlayên jin a YJA Starê, li ser bingeha pêngava xwe ya şoreşgerî, tevî hemû êrîşên artêş û dewleta TC ên li hemberî qadên wan, ji bo azadiya xwe wan rêxistinbûyîna xwe ya xweser berfireh kirine û hat gotin, "Weke arteşa jinê, bi çalakiyên xwe re me hesab ji artêşa TC a êrîşkar pirsîn, ji niha û pê ve jî em ê hesab bipirsin. Weke artêşeke jinan em ê xwe mezintir bikin.

Gerîlayên jin ên YJA Starê di hemû çalakiyên hêzên HPG'ê de bi mîsyona pêşengiyê cih girtin. Weke artêşa jinê, em bîlançoya şer a sala 2015'an bi gelê xwe û raya giştî re pave dikin."

Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya çalakiyên 2015'an bi vî rengî ye:

Çalakiyên hêzên gerîla yên YJA Starê li dijî operasyon û êrîşan:

-7 çalakiyên kontrola nasname û rê
-21 çalakiyên sûîqestê. Di encama van çalakiyên sûîqestê de 21 leşker hatin kuştin
-9 çalakiyên sabotajê: 51 leşker hatin kuştin
-7 çalakî: 11 leşker hatin kuştin
-Di operasyonên artêşa Tirk ên ji bo tinekirinê de, di navbera gerîlayên me yên YJA Starê û dijmin de 5 caran şer derket: Yek jê payebilind 23 leşker hatin kuştin
-Hêzên me yên YJA Starê 5 maşînên zirxî îmha kirin
-2 çalakiyên kemînê hatin lidarxistin: 2 leşker hatin kuştin
-Li Başûrê Kurdistanê (Şengal, Kerkûk, Mexmûr) hêzên me yên gerîlayên jin di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de, di nava çalakiyên hêzên HPG'ê de bi awayekî aktîf cih girtin. Di van çalakiyan de 4 gerîlayên me yên jin şehîd ketin
-Di şerê li hemberî artêşa Tirk de, di sala 2015'an de 44 gerîlayên me yên jin şehîd ketin
-Li Rojhilatê Kurdistanê, di çalakiyên hêzên HPJ'ê yên li dijî rejîma Îranê de roleke aktîf lîstin. Di encama vê têkoşînê de 3 gerîlayên me yên jin şehîd ketin
-Di sala 2015'an de gerîlayên me yên YJA Starê 56 çalakiyên xweser pêk anîn
-Leşkerên hatin kuştin: 109
-Birîndarên dijmin: 33
-Gerîlayên me yên şehîd ketin: 51