Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, bi wesîleya 20. salvegera çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotn, "Em hevrêya xwe Zîlan a ku jiyaneke azad û bi rûmet ji me re hişt, di salvegera bîstemîn a şehadeta wê de bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Li pêşberî bîranîna şehîdên me yên Hezîranê Sema Yuce, Fîkrî Baygeldî, Zîlan Pepûle û Gulan ên ruhê serketinê yên hevrê Zîlan ji xwe re esas digirtin, li pêşberî bîranîna şehîdên me yên pêngavê Dorşîn, Rojînda, Viyan, Eylem, Doga, Zinar, Bahoz, Welat, Şiyar û hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Di ser wê çalakiya bi heybet a hevrê Zîlan di 30'ê Hezîrana 1996'an de pêk anî, bîst sal derbas bûn. Di nava van bîst salên bihurî de hevrê Zîlan û çalakiya wê ne tenê weke morek li dîrokê hat xistin, ma. Rêbaza hevrê Zîlan bû destpêka serdemeke nû ya têkoşîna me û jiyana azad afirand. Ji ber vê yekê, weke ruhekî ku her roj û her kêliyê zêde dibe, di nava me de ye. Li ser vê bingehê, xwediyê jiyaneke mezin û watedar e.
Hevrê Zîlan, rastiya jinê û rastiya gelê Kurd ên hatin tinekirin, parçekirin, bê dîrok hatin, ruh, beden, nasname, nirx û kesayetiya wan hatin talankirin, dît. Ne tenê ev rast dît, di heman demê de hewl da bi xurtî fêm bike. Berpirsyariya mezinkirina nirxên Jinên Azad û Kurdîtiya azad, bi biryardariya çalakiyê re kir yek. Bi çalakiya xwe ya li dijî hêzên ji bo tinekirinê êrîşî Rêberê me kirin ve, polîtîka û êrîşên tesfiyeyê pûç kir û vîn, sekin û çalakiya bi destxistina azadiyê bi Rêbertî ve, derxist holê.
Çalakiya hevrê Zîlan li dijî feraseta 'Eger hûn bêjin pirsgirêka Kurd nîne, hingî pirsgirêk nîne', hebûna Kurdên azad îspat kir û zêhniyeta hevkarî-nokeriyê ji hev xist. Hevrê Zîlan bi vê çalakiya xwe ve bû pirek û exlaq û heqîqeta Rêbertî gihand civakê. Çalakiya hevala Zîlan di dîroka tevgera me ya azadiyê ya jinê de bûye werçerxeyeke dîrokî. Gava Zîlan bû bingehek ji bo destpêkirina pêvajoya pêngava mezin a artêşbûyînê. Rêbaza Zîlan, rêbaza Bêrîtan a ku li dijî teslîmiyet, xiyanet û nokeriyê rabû, bi ser xist. Ji ber vê yekê, jinên li çar aliyên Kurdistanê di nava artêşbûyîna jinê de cih digirin ji xwe re rêbaza Zîlan esas digirin û bi vê rêbazê ve bi ser dijmin de diçin. Mîna Rewan û Arîn ên li Kobanê, mîna Armanc a li Şengalê, mîna Avesta ya li Başûr, mîna Şîrîn a li Rojhilat, mîna Ronahî ya li Bakur. Her şervaneke/î Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bûne artêş û fedayî, leşkerên di bin fermana hevrê Zîlan de ne.
Hevrê Doga û Zinar, li dijî komkujiyên li Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbîn û Şirnexê bi destê AKP/Erdogan ên faşîst ve hat kirin, li navenda leşkerî û siyasî ya djimin, li dil û mejiyê dijmin xistin û bi vî rengî rêbaza hevrê Zîlan di şexsê xwe de derxistine qonaxeke bilind. Berxwedana bi pêş de diçe û gav bi gav xurt dibe, nîşaneya soza serketinê ya bi hezaran ewladên Kurd e, ku weke şopdarên Zîlan sond xwarine ji bo gelê xwe xwe feda bikin.
Çalakiya bi Zîlanî, ne tenê teqandina bombeyên li ser xwe li nava dijmin e. Rêbaza Zîlan, nîşandana hêza parastina destketiyan e. Em jî, çi jin çi mêr, ji heft heta heftê salî divê temamiya gel ji xwe re rêbaza Zîlan esas bigirin. Pêwîste em bi vê ferasetê têkoşîna xwe mezin bikin.
Weke YJA Starê, em çalakî û rêbaza jiyanê ya hevrê Zîlan ji xwe re weke fermanê dibînin û bi biryar in ku vê fermanê bi ser bixînin. Bi wesîleya bîstemîn salvegera şehadeta hevrê Zîlan, em careke din dibêjin; bi rêbaza Zîlan em ê giraniyê bidin ser şer û ji nû ve avakirinê û jiyana azad a bi Rêberê Azad misoger bikin."