YJA Star: Divê jin berê xwe bidin çeperên berxwedanê û çiyê
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. YJA Starê, 8'ê Adarê pîroz kir û berxwedana jinan silav kir.
Di daxuyaniya YJA Starê de hat gotin, "Em di demeke krîtîk a diyarkirina çarenûsa jinan û gelên me re derbas dibin. Em bi ruhê berxwedanên mezin ên ev qonaxa girîng afirandine re, 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Lewma em Ekîn Wan, Sêvê, Derya, Taybet û Dayika Fatma yên bi pêşengiya xwe re serdema nû ya têkoşînê dan destpêkirin, xeta nû diyar kirin û di şexsê wan de hemû şehîdên Cizîrê yên rûmeta mirovbûyînê parastin û hemû şehîdên berxwedanê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin, li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em 8'ê Adarê li Rêber Apo yê jin gihand jiyana rasteqîn û li hemû jinan pîroz dikin."
Fermandariya YJA Starê diyar kir, sekna 8'ê Adarê ku sembol û rawestgeha herî girîng a berxwedana jinê ya 5 hezar salan e, îro li xaka Kurdistanê derbasî qonaxeke cuda bûye û bi sekna azadiyê ya jinên Kurd re bi tevahiya cîhanê re hatiye qebûlkirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Jinên Kurd, tevî nasnameya xwe ya zayendî ku li Kurdistanê di nava dorpêçî û zexta polîtîkayên qirkirinê de ye, bi êrîşên wehşî re rû bi rû mane. Jinên Kurd di rewşeke bi vî rengî de, bi pêşengiya Rêber Apo xwe gihandine asteke girîng a rêxistinbûyînê."
Di daxuyaniyê de berxwedan û serketinên YPJ li Rojavayê Kurdistanê, HPJ li Rojhilatê Kurdistanê, YJŞ li Şengalê û YPS Jin li Bakurê Kurdsitanê hat bibîrxistin û hat gotin, "Ev berxwedêrî pêl bi pêl belav dibe û bi her kesî re dide qebûlkirin ku gihaştiye asteke pêşî nema lê bê girtin."
Fermandariyê da xuyakirin, ku berxwedanên îro li Cizîr, Sûr, Kerboran, Silopiya, Hezex, Gever û gelek bajarên din tên meşandin, tê wateya mayîndebûna ev hêviya li Rojava şîn bûye û destnîşan kir, ku Berxwedanên Xweseriya Demokratîk ku biharbûna gelan e, ji bo jinên di nava zexta sîstema baviksalariyê de ye, zemîna yekane ya azadiyê ye.
Fermandariya YJA Starê diyar kir, ji ber vê yekê yên herî zêde xwedî li berxwedanê derdikevin jin in û yên herî zêde rastî êrîşan tên jî jin in.
'EM SOZA SERKETINÊ DIDIN; BERÊ XWE BIDIN ÇEPERAN Û ÇIYÊ'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, berxwedêrên Cizîrê yên li hemberî êrîşên li dijî mirovahiyê nehatin ser çokan û bi gotina 'eger wê jiyan hebe, divê bi însanî be' mîna pêşengên beriya du sed salan li New Yorkê tevgeriyan.
Fermandariyê got, "Derya Koç û Mehmet Tûnç ên bi sekna fedaî re bûn leheng, wezîfeya dewamkirina berxwedanê radestî me kirine."
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Biser xistina ala van qehremanên bi lehengiya xwe em pê serbilind in, yekane rêya bîranîna wan û helwesta li gorî ruhê 8'ê Adarê ye. Lewma roj roja hilanîna tola Sêvêyan, Deryayan, Dayikên Taybet e. Helwestek li derveyî vê yan jî kêmî vê, bi ti awayî li lehengiya vê serdemê nayê. Weke hêzên YJA Starê em soz didin ku bi biryardariyeke di vê astê de em ê bi wezîfeyên xwe yên dema nû re rabin, tola van lehengên xwe hilînin û serketinê misoger bikin. Lewma di serî de gelê Kurdistanê û hemû jinan em bang li hemû gelên ji xwe re dibêjin 'mirov im' dikin, her wiha bang li hemû jinên bi xwer e coş û vîna têkoşînê ya 8'ê Adarê dibînin dikin, ku bi berxwedana azadiyê re bibin yek. Girîng e jin û ciwanên me êdî jiyaneke din tercîh nekin û berê xwe bidin çeperên berxwedanê û çîyê; divê hêzê tevlî biharbûna jinan û gelan bikin."