YJA Star: Biryarbûna me, ezmê me û hêrsa me ji her demê zêdetir e

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star bi wesîleya salvegera qetlîama Parîsê daxuyanî da, wiha got: “Wek jinên Kurd biryarbûna me û ezmê me, hêrsa me ya vê hêza me mezin dike ji her demê zêdetir e.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star bi wesîleya salvegera qetlîama Parîsê daxuyanî da, wiha got: “Kevneşopiya berxwedanê ya em ji pêşengên xwe yên mezin li çiyayan, kolanan, cadeyan û her dem û her asta jiyanê de fêr bûn, wek jinên Kurd biryarbûna me û ezmê me ya heta dawiyê birinê, hêrsa me ya vê hêza me mezin dike ji her demê zêdetir e.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star bi boneya 3. salvegera qetlîama Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em dikevin 3. salvegera bi hovîtî qetilkirina 3 hevalên xwe yên Kurdistanî. Di pêşwazîkirina salvegera 3’emîn di pêvajoyek wiha de em di şexsê hevala Sara ya fermandara pêşenga tevgera me ya azadiya jin e, her wiha Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de tevahî şehîdên me yên leheng ên li dijî bê rûmetiyê, zextê, zilmê û tine hesibandinê bi dilê jinê yê jiyana dafirîne sekinîne bi bîr tînin, li hember bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

Di daxuyaniya YJA Starê de wiha hat ragihandin: “Pergala ku xwe li ser tinebûna jinê bi form dike û bi vê rêyê ve li dijî civak, mafan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, vê karaktera xwe herî aşkera bi gotina, ‘destpêkê li jinan bidin’ ve daniye holê.” Daxuyanî wiha didome: 

“Rûyê vê yê herî tarî di 9’ê Çileya 2013’an de li pêşiya Enformasyona Kurd a li Parîsê pêk hatiye. Şehadeta hevala Sara ya di şexsê xwe de nûnertiya rabûna ser piyan, îrade û hêzgirtina jina Kurd û tevahî jinên cîhanê dike tirsa berevajîkirina vê dîroka tarî ye. Hevala Sara ya wek Kurd û jin rastiya qirkirinê bi tevahî aliyan ve hîsdikir, jiyanek bi vê ti carî qebûl nekir, li malê, dibistanê, kargehê, gund, metropolan, zindanan û li her qadê jiyanê xwedî seknek li hember vê bû. Jiyana xwe her tim bi şer dagirt. Xwe ji xweliya xwe afirand, ji bo pêşerojê xwe kir hêvî, ezmê berxwedanê. Jinên Kurd bi hikayeyên têkoşîna wê ya azadiya ya li gundê Fîsê bû hestî û çerm, sekna wê ya serbilind û serî netewand a li zindanan, girêdana wê ya bi çiyayan û têkoşînê bihîstin û herîkîn nava refên têkoşînê. Hevala Sara tiştê ku dixwastin bidin jibîrkirin bi bîr xist, nûnertiya hêza azadiya ya dikişîne kiriye. Ew li ser vî esasî bû çirûska agirê têkoşîna azadiya jinê, piştre jî ji mezinkirina vê agirê pêxistiye ji gûrkirinê paş de gav navêtiye. Ji ber bi ewqas nirx û heqîqatê dagirtîbû di heman demê de bû rastiya tirsa hêzên faşîst serwer. 

Ji ber vê ev qetilkirina Heval Sara û hevalên Rojbîn û Ronahî yên bi meşek Sarayî dimeşiyan, tê wateya qetilkirina van rastiyên di şexsê wan de derketiye holê ye. Dema Rêber Apo ev qetlîam wek “Qirkirina Dersîmek Nû” pênase dikir, bal kişand ku li ser gelê Kurd qirkirinên nû tên rewa dîtin. Qetilkirina hevalên Sara, Rojbîn û Ronahî di şexsê jinan de destpêkirina pêkanîna qirkirina gelekî ya pêvajoya nû ye. Jixwe wehşeta DAIŞ’ê ya li Kobanê, Şengalê pêk hat jî rastiya vê tespîtê datîne holê. Her çiqasî navên ên wehşetê pêk tînin diguhere jî dîsa di heman rêyê de îro jî pêk tên. Îro li Bakurê Kurdistanê, li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Farqîn, Silopiya, Kerboranê van pêkanînên DAIŞ’warî îspata wê ya herî vekirî ye. Bêyî bibêjin zarok, ciwan, kal li ser mirovên me de guleyan direşînin, bi top û tankan dikevin heta hundirên malan. Dîsa herî zêde jin tên hedefgirtin, jinên ducanî her wiha li pêş çavên zarokên xwe tên kuştin. Bi van pêkanînan ve AKP’e nîşanî tevahî cîhanê dide ku ti cudahiya wê ji DAIŞ’ê ya ku bi destê xwe xwedî kiriye tineye. Her wiha qetilkerê qetlîama Parîsê, 5’ê Çileyê li Silopiyayê bi qetilkirina 3 siyasetmedarên jinên Kurd ve nîşan daye ku ew bi xwe ye. Di salvegera qetlîmê de bi qetilkirina Sêvê Demîr, Pakîze û Fatma Ûyar ve peyama ku li her derketinek azadiyê wê qetlîam bibin bersiv tê dûbarekirin. Hikûmeta AKP’ê bi vê ve rengê polîtîkayên xwe yên pêvajoya pêş me jî daniye holê, hewl dide gelê me û jinan bezar bike, bipelçiqîne û ji têkoşînê qut bike.” 

 ‘EM BANGA XWEDÎDERKETINA LI KELHEYÊN BERXWEDANÊ LI JINAN Û TEVAHÎ GELÊ XWE DIKIN’

YJA Starê destnîşan kir ku AKP’e û Qesra serkêşê AKP’ê nizanin ku bi nêzîkatiyên xwe ve nikaribin jinan bezar bikin, wiha domand: “Di têkoşîna çil salî de her nêzîkatiyên dişibe vê bi xwe re ne tinebûnê, bi xwe re avabûnên nû dafirîne, her zext bûye berxwedana zêdetir dibe, tevgera azadiya bi Rêbertiya xwe û pêşengên xwe yên bûne leheng ve xwe di dilan de bicih kiriye. Hikûmeta AKP’ê ya bi gafleta bê zanebûna dîrokê tevdigere, ne di ferqê de ye ku dawî li xwe tîne. Jinên eşqa azadiyê ya ji Sarayan girtine, girêdana azadiyê ji nan û avê elzemtir dibînin, wek çawa heta îro nebûye ji îro û şûn de jî wê ti nêzîkatiyên faşîst zilam serwer nikaribin bisekinînin. Kevneşopiya berxwedanê ya em ji pêşengên xwe yên mezin li çiyayan, kolanan, cadeyan û her dem û her asta jiyanê de fêr bûn, wek jinên Kurd biryarbûna me û ezmê me ya heta dawiyê birinê, hêrsa me ya vê hêza me mezin dike ji her demê zêdetir e. Li ser vî esasî, zindîkirina tespîta Rêber Apo ya “Têkoşîna Sarayan têkoşîna azadiya jinê ye”, bûyina nûnerê wê, wê wek hêza parastina jin bibe sedema herî mezin a têkoşîna me.

Em dikarin vê herî zêde li qadên xwe yên berxwedan bi fîîlî dimeşe, her wiha bi belavkirinê ve li qadên nû zindî bikin. Bi vê hişmendiyê di serî de jin, em bang li tevahî gelên me, gelên Tirkiyeyê, beşên pêşverû demokrat dikin ku li dijî van qetlîamên li hember sekna bi rûmet a gelê me û derketina azadiyê jinê pêk tê, bikevin nav berxwedanek tam, li kelhên berxwedanê xwedî derkevin, ji 7 heta 70 salî rabin ser piyan û êrîşan vala derxin.”

‘EM Ê HETA DILOPA XWÎNA XWE YA DAWÎ BI BÎRANÎNÊN WAN GIRÊDAYÎ BIMÎNIN’

Daxuyaniya YJA-Star wiha bi dawî bû: “Di 3’emîn salvegera qetlîamê de em wek hêzên YJA Starê careke din di şexşê hevalên Sara, Rojbîn, Ronahî, Sêvê, Pakîze û Fatma de tevahî şehîdên xwe yên têkoşîna azadiya jinê gihandine lûtkeyê bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin. Em diyar dikin ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi bîranînên wan girêdayî bimînin. Em soza xwe ya bi azadkirina Rêber Apo ve têkoşîn bi serketinê tacîdarkirinê nû dikin.”