Yekîtiya Star : Bi rihê şoreşgerî li dijî sîstema mêr li berxwe bidin
Yekîtiya Star : Bi rihê şoreşgerî li dijî sîstema mêr li berxwe bidin
Yekîtiya Star : Bi rihê şoreşgerî li dijî sîstema mêr li berxwe bidin
Yekîtiya Star bi boneya 8'ê Adarê bal kişand ku, li Sûriyeyê bi taybetî jin rastî kuştin, girtin û tecawîzê tên û bang li hemû jinan kir ku, li seranserî Sûriyeyê bi rihê şoreşgerî li dijî sîstema desthilatdariya mêr liber xwe bidin.
Tevgera jinan ya Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star biboneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, di 103 saliya 8’ê Adarê de jinan bi berxwedanek mezin nasnameya xwe ya jinbûnê bi dest xistiye û bal hat kişandin ku, li gel zagonên dij mirovahî yên bi çanda zilam hatine amadekirin jî, berxwedana jinan bi kedek gelekî mezin heta roja îro berdewam kiriye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 8'ê Adarê sembola berxwedana li dijî newekheviya jin û mêrane, di vê rojê de jinan dengê xwe bilind kiriye û ev tişt hatin gotin: “Li Amerîkayê jinan ji bo bidestxistina mafên xwe li dijî tundî û şêwazên dijmirovahiyê derketin. Di encama vê berxwedanê de li bajarê New Yorkê 129 jinên kedkar bûn qurban. Ji ber ku jinan doza wekheviyê kirin hatin şewitandin. Agirê bedena van jina bû çira û riya hemû jinên cîhanê ronî kir. Îro di encama van berxwedanan de jin di hemû aliyên jiyanê de dikarin dengê xwe bilind bikin û ji bo mafên xwe liberxwe bidin.''
Li ser rewşa jinên Sûryiyê jî di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku, jinên li Sûryeyê di nava rewşeke zor de jiyan dikin û wiha hat domandin: “Bi taybetî di rewşa şer ku niha li Sûriyeyê heye de, jin koçber dibe, tê kuştin, girtin û tecawizkirin. Lê tevî hemû zehmetiyan jî jin liberxwe didin û di nava xebatên siyasî, leşkerî û rêxistinî cîh digirin. Bi hemû hêza xwe ji bo azadiya civakê ku ew jî bi azadiya jinan ve girêdayî ye têdikoşin.''
‘EM 8’Ê ADARÊ DIYARÎ 3 JINÊN ŞEHÎD, CANSIZ, FÎDAN Û ŞAYLEMEZ DIKIN’
Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku, wê li Rojavayê Kurdistanê îsal 8’ê Adarê bi diruşmeya “Berxwdana hevbeş ya jinan misogerkirina şoreşê ye” bê pîrozkirin û wiha hat gotin: ''Em bi vê boneyê 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybet ên ku riya berxwedana azadiyê didomîn pîroz dikin. Her wiha em 8'ê Adarê diyarî 3'ê şehîdên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê bi destê hêzên komploger hatin qetilkirin dikin. Em careke din diyar dikin ku, 3 jinên hatine qetlikirin li ser rêya azad, edalet û aştiya cîhanê şehîd ketine. Em hemû şehîdên jin ên ji bo azadiyê canê xwe dan bibîr tînin.''
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinên Sûriyeyê û Rojayê Kurdistanê hate kirin ku, di roja jinan bi rihê şoreşgerî li seranserê Sûriyê di nava çalakiyan de bin û li dijî sîstema desthiladariya mêr liberxwe bidin.