Yekîtiya Jinên SARA-Swêd ava bû

Jinên Kurdistanî yên li bajarên cuda yên Swêdê dijîn, duh li paytext Swêdê kongreya xwe pêk anîn û Yekîtiya Jinên SARA-Swêd ragihandin.

Jinan kongre diyarî berxwedêrên li Bakurê Kurdistanê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane, kirin.

Kongreya ku gelek rêxistinên jinan ên Swêdî weke çavdêr lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê û şoreşê destpê kir.

Li dû destnîşankirina dîwana kongreyê ji Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Zeynep Dersîm axaftina vekirinê kir. Dersîm bal kişand ser rola pêşengiyê ya berxwedêrên xwerêveberiyê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û anî ziman, Yekîtiya Jinên SARA-Swêd, tevî xurtkirina piştgiriya ji bo têkoşîna li Kurdistanê wê di têkoşîna jinê de çeperên nû bi dest bixe û zemîna têkoşînê berfireh bike.

Dersîm işaret bi girîngiya xurtirina piştgiriya ji bo gelê Kurd kir û got, "Jinên Kurd ên li Swêdê dijîn, wê bi Yekîtiya Jinên SARA-Swêdê re pêngaveke nû ya rêxistinbûyînê bidin destpêkirin û divê bi şiyara 'Pêwîste li Swêdê jineke bi tenê ya Kurdistanê bê rêxistinî nemîne' xebat werin meşandin."

Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) Nûrsel Kiliç bi peyamekê serketin ji kongreyê re xwest. Li ser navê 'Partiya Sosyalîst a Swêdê' Natalîa Nadîn, li ser navê 'Însiyatîfa Femînîst' Sanna Ghotby, Seroka rêxistinbûyîna bi navê 'Hunermendên ji bo Aştiyê' Stîna Bengt jî axivîn û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd şermezar kirin.

Di kongreyê de rêveberên 'Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê' û 'Komîsyona Jinê ya KNK'ê jî amade bûn. Her wiha 'Komeleya Piştgiriyê' jî mesajek şand û ji kongreyê re serketin xwest.

Piştre rêziknameya Yekîtiya Jinên SARA-Swêd hat xwendin û piştî nîqaşên li ser bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

Li dû hilbijartina 11 jinan ji bo rêveberiyê, koma şano Welat derket ser dikê û lîstika bi navê 'Şehîd namirin' pêşkêş kir. Hunermend Stîna Bengt jî bi strana xwe ya bi navê Cavres got. Jinan piştre li ber stranên Kurdî govend gerandin û bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" kongre bi dawî bû.

...