BI DÎMEN

Engîzek: PKK weke destaneke azadî û vejînê wê di dilê me de bijî

Endama Dîwana Kongreya 12’emîn a PKK’ê Xalîde Engîzek anî ziman ku dibe ku PKK weke nav û rêxistin xwe fesix kir, lê PKK di hemû hucreyên me de zindî ye û got: “PKK weke destaneke azadî û vejînê di dilê me de textê xwe çêkiriye, ew ê heta hetayê bijî.”

XALÎDE ENÎZEK

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di 5-7’ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’emîn lidar xist. PKK’ê encama danezan û biryarên hatine girtin di 12’ê Gulanê de ji raya giştî re parve kir. Endama Dîwana Kongreya 12’emîn a PKK’ê Xalîde Engîzek got ku di dema ku gelê Kurd pirsgirêka hebûn û azadiyê dijiya de, PKK’ê erkê xwe bi cih aniye û niha ketiye qonaxeke nû ya têkoşînê.

KURDÎTÎ Û NASNAMEYA KURDÎTIYÊ LI DERDORA PKK’Ê DERKET HOLÊ

Endama Dîwana Kongreya 12’emîn a PKK’ê Xalîde Engîzek ev nirxandin kir:

“Me kongreya 12’emîn a PKK’ê lidar xist. Di vê kongreyê de biryarên dîrokî hatin girtin. Li ser perspektîf û pêşdîtinên Rêbertiya me yên di warê paradîgma, îdeolojîk, felsefî û zanistî de partiya me ya ku beriya 52 salan li ser hatibû damezrandin, paradîgmaya reel sosyalîzmê ya ku sosyalîzma dewletî esas digirt, li ser esasê derbasbûna paradîgmaya nû ya sosyalîzma demokratîk kongreya xwe lidar xist. Di vê kongreyê de PKK’ê biryara fesixkirina xwe da û têkoşîna çekdarî hat bidawîkirin. Li gel van her du biryarên dîrokî, biryarên din ên esasî jî hatin girtin. Bê guman PKK di şert û mercên pirsgirêka Kurd heyî de, derket holê. Di demekî wisa de ku li Kurdistanê gel, netew, hebûn nemabû, her tişt di qirkirinê re derbas dibû, civak, netew, jin di qirkirina fîzîkî û çandî re derbas dibû. Li Kurdistanê têgihiştina xwebûn, azadiyê û serxwebûnê bi dawî bûbû. Jixwe dijmin têgihiştina Kurdistan li Agiriyê di bin betonê de hatiye definkirin, disepand û di Kurdan de jî têgihiştina em bûne darê hişk, darê hişk şîn nabe hakim bû. Di demeke wisa de bi temamî li gorî înîsiyatîf û azweriya Rêber Apo destpêkê bi tevgerên çep bandorbûn, piştre jî li ser hîmê sosyalîzma pêkhatî û Marksîzmê kûrbûn çêdibe. Bi komên destpêkê re fikra ‘Kurdistan mêtingeh e’ derdikeve holê û kom ber bi avakirina partiyê ve diçe. Ji wê rojê heya niha 52 sal in PKK li ser esasê ‘her miletek xwedî mafê diyarkirina qedera xwe ye’, têkoşîna rizgariya neteweyî heya salên 2000’î meşand. Di van 52 salan de PKK weke partiyeke serokatiyê, rêbertiyê derket holê. PKK li Kurdistanê li warê ku jiyan lê dihat kuştin, li warê nan lê nan lê peyda nedibû, li warê ku keda wê dihat mêtingehkirin, jiyan û bedena wê dihat mêtingehkirin, çand û nasnameya wê dihat mêtingehkirin, çareserî dît. Kurdîtî û nasnameya Kurdîtiyê ya ku li derdora PKK’ê derketî holê, mezin bû û gihişt bi milyonan. Îro eger tiştek bi navê Kurdî hebe û di cîhanê de tê naskirin, ev bi saya PKK’ê ye. Di van 52 salan de di oxira hebûnê de, şoreşa jinê jî pêk hat.

ME BERDÊLEK MEZIN DA

Rêbertiya me 3 damezrandinên mezin pêk anîn; ya yekem biyolojîk, ya duyem a partîbûnê, ya sêyem a modernîteya demokratîk. Di van deman de têkoşîneke bêhempa hate meşandin û îradeyeke pir mezin derket holê. Di vê oxirê de zêdeyî 45 hezar şehîd hatin dayîn. Bi hezaran kes ji gelê me ji ber şer koçber bûn û ji warê xwe bûn. Xwezaya Kurdistanê hate qirkirin. Me berdêleke mezin da. Mirovên herî bi wêrek, herî hêja, herî dil mezin, ji rêheval Hakî Karer heya rêheval Fuat û Riza û Sara, Bêrîtan û Zîlanan me şehîd dan. Li ser vê esasî ez Kongreya 12’an li Rêber Apo pîroz dikim û Şehîdên Doza Azadiyê silav dikim û wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Wan bêteredut ji bo azadiya gelê Kurd û tevahî gelên herêmê canê xwe feda kirin. Em minetdarê wan hevalan e. Wan rêya me ronî kirin, ji bo me bûn pîvanên hevaltî û fedayîtiyê. Bi saya şehîdan, bi saya keda Rêber Apo, keda gelê me hêza fêmkirin, wate, têgihiştin, welatparêzî û zanistîbûnê hate avakirin. Lewma em heya dawiyê bi şehîdên xwe û gelê xwe serbilind in. Di her kêliyê de têgihiştina Rêbertî, xeta me ya şehîdan bi ser ket. Em minetdarê şehîdan e, bila gelê me bi zarokên xwe serbilind be, bila dayika heval Mazlum, heval Kemal, heval Heqî, Çaran, Akîfan, Zîlanan, Bêrîtanan, Adilan, Çîçekan, bi zarokên xwe serbilind bin. Zarokên wan egîdên Kurdistanê ne. Wan welatparêziya rast ava kir.

EM Ê LI SER ŞOPA RÊBER APO TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN

Serokatiya me her tim di warê îdeolojî û zanistî de timî lêhêrbûnên xwe kûr kirin. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî mirovahiyê Rêber Apo PKK weke amûreke xwegihandina sosyalîzmê mezin kir û lêhûrbûnên xwe kûr kirin. Ji bo em bigihijin civakek exlaqî, polîtîk, sosyalîst ku mirov bi azadî lê bijîn, Rêber Apo ji bo rêya heqîqetê têkoşiya. Ji bo ku jiyan bi jinê re azad û biwate were jiyankirin, Rêber Apo li dijî pergala modernîteya kapîtalîst û desthilatdariya mêr rabû. Em minetdarê Rêber Apo ne û em silav, hezkirin û bêrîkirinên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Em di rewşeke rexnedayînê de ne. Rêber Apo got, ‘min barê xwe yê 52 salan danî’. Ev tê wê wateyê ku me barê Serok sivik nekir. Eger me têkoşîn bi rêbazê Serokatiyê daba meşandin, dibe ku komplo pêk nehatiba, dibe ku Rêbertî nehatiba dîlgirtin, hevaltiya me ya kêm bû sedem ku Rêbertî were dîlgirtin. Lê belê car din Rêber Apo rêya me vekir, lewma PKK partiya Serokatiyê ye, PKK xet e, tarzê jiyanê ye, PKK hebûna gelê Kurdistanê ye. Dibe ku PKK weke nav û rêxistin xwe fesix kir, lê PKK di hemû hucreyên me de zindî ye. PKK Mazlum e, Kemal e, Xeyrî ye, Zîlan e, Bêrîtan e, Fuat e, Riza ye. PKK weke destaneke azadî û vejînê di dilê me de textê xwe çêkiriye, ew ê heta hetayê jiyan bike. Ev şêwazê tarzê jiyana ku PKK’ê ava kiriye, wê bi nav û cureyên din xwe berdewam bike. Heya gihiştina armancê, avakirina civakek demokratîk, exlaqî, polîtîk û li derdora jinê û desthilatdariya mêr a dewletparêz bi temamî ji holê radibe, têkoşîna me wê berdewam bike. Dibe ku cureyê wê were guhertin, lê têkoşîna me wê bi her awayî berdewam bike. Em ê li ser şopa Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin.

AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK

Weke şexs jî ez tevlî du kongreyên PKK’ê bûme; Kongreya 11’emîn û ya 12’emîn. Min di kongreyê de hîsiyatek wisa jiyan kir, min li çavê hemû hevalan meyze kir, min xwest di çavê hemû hevalan de wateyekê bibînim. Min ew wate dît, min di çavê yek hevalî/ê de jî poşmantî nedît. Dibe ku rexnedayîn hebe, lê PKK bi bin neket. PKK’ê wezîfeya xwe temam kir, mîlada xwe temam kir, di nava guhertin û veguhertineke mezin de derbas dibe. Îro Rêber Apo ji krîza îdeolojîk û pergalê re alternatîf dîtiye. Em serbilind in ku em şervan û milîtanên Rêber Apo ne. Em dikarin bi perspektîfa Rêber Apo xwe ji krîzên îdeolojîk ên xetê rizgar bikin û tam bikevin ser rêya sosyalîzma demokratîk. Bê guman hestên me tevilhev in, lê em weke bidawîbûnekê pênase nakin. Heya nefesa xwe ya dawî em dixwazin bi Rêber Apo re bimeşin. Lewma fesixkirina PKK’ê û bidawî kirina têkoşîna çekdarî me bêmoral nake. Em kelecanek mezin jiyan dikin. Em kelecana avakirina civaka demokratîk a sosyalîst jiyan dikin û weke jin jî em di vê têkoşîna sosyalîzmê de erka xwe ya pêşengtiyê jî dibînin û dizanin, em ê di refên pêş de têkoşîna azadiyê bidin meşandin heya ku civakek sosyalîst were avakirin. Îdîaya me di vî warî de mezin e. Ez car din şehîdên me yên leheng bi bîr tînim, car din ez kongreyê li Rêber Apo û gelê me pîroz dikim û têkoşîna Rêber Apo ya serdema nû silav dikim.”