'Xwekujiyên jinan ên li Wanê divê werin lêkolîn'

Li gorî raporên TUÎK'ê, sala 2015'ê li Wanê 28 jinan xwe kuştine. Aktîvîsta VAKAD'ê Olmez got, bûyerên xwekuştinê yên li bajêr wekî ku mirovkujî be divê werin lêkolîn.

Li gorî raporên Saziya Statîstik a Tirkiyeyê (TUÎK), li Wanê, sala 2015'ê 28 jinan xwe kuştine. Li gorî daneyan, rewşa xwekujiyê ya li Wanê di ser nîvekiya Tirkiyê re ye.

Ev bûyerên ku weke xwekujî û qezayê têne dîtin,  ji hêla rêxistinên jinan ve wekî "kujeriya nerasterast" têne pênasekirin.

Der heqê mijarê de em bi çalakgera Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) Munevver Olmez re peyivîn. Olmez diyar kir, ku piştî zêdebûna bûyerên xwekuştinê, wan li gel sazî û dezgehên li Wanê sazkar in, komîsyonek ava kirine û bi hevkarî tevdigerin. Olmez di axaftina xwe de got, "Pêşî agahî ji me re hat ku malbat ji vê rewşê ne xweş in. Piştre bi komîsyona me ava kiribû em çûn. Bi vî awayî em bi hêsanî dikarin xwe bigihînin malbatan. Em jî weke çavdêr tevlî dibin û bi malbatan re ankêtan çêdikin."

'HEMÛ MIRIN GUMANBAR IN'

Olmez got, malbatên ku zarokên wan xwe kuştine, têkildarî bûyerê naxivin û ev diyar kirin: "Li gorî malbatan her tişt asayî ye. Tê gotin kêşeyên psîkolojîk ên jinan hene û ji ber vê sedemê jî xwe dikujin. Weke ku sedemek tine be tevdigerin. Em bawer nakin ku zarok bi serê xwe, xwe bikujin. Di nava yên xwe dikuji de zarokên 11 salî hene. Dema ku em bi malbata xwekujikê re axivîn, gotin, 'sedemek nebû, çûbû li dewêr binere, di wê kêliyê de xwe daliqandiye.

Ez pir bêhnteng bûbûm. Di raporên xwe de me got ev ne rewşeke asayî ye û malbat tiştinan xef dikin. Bûyerên xwekujiyê bi hurgulî nayên lêkolîn. Lêhûrbûnên krîmînal û rapirsîna malbatê bi awayekî jidil were kirin, wê rastiya meselê derkeve holê. Hin malbat jê pir rehet in, dibêjin, ew behitîne lê em bawer nakin. T, xwekujî ne belesebep e, nexasim ku xwekuj jin be. Teqez divê her xwekujî weke ku mirovkujiyek be were lêkolîn.''

'MALBAT NAXWAZIN MIJAR WERE LÊKOLÎN'

Olmez diyar kir, sedemên xwekujiyan, têkiliyên ensest, têrnekirina hatina aborî ya malê û zext û zordariya navmalî ye û bi berdewamî wiha pê de çû: "Hevjînên hin jinên ku xwekuştine, li derveyî Wanê çûbûne şixul. Ên ku temenê wan pir biçûk in jî hene. Zexta nav malê pir zêde ye. Em gumanê ji bûyerên ensestê dibin. Li nav zarokan zêdebûna bûyerên xwekujiyê me ditirsîne. Li hêla Qerqeliyê bûyerên xwekujiyê pir pêk tê. Dema ku me çû û lê kola, me dît ku ji bilî karê nav malê, ti karekî din ê jinê nîn e. Em van hemû xwekujiyên jinê bi guman dibînin û divê hemû werin lêkolîn. Malbat bi giştî naxwazin mijar were lêkolîn."

'JI BO JINAN DIVÊ QADÊN CIVAKÎ WERIN VEKIRIN'

Çalakgera VAKAD'ê Olmez diyar kir ku dixwazin jin li herêmê di nav çar dîwaran de werin asêkirin û bi berdewamî wiha got, "Divê ji bo jinan heqê jiyanê were nasîn. Divê em bi bîr bixin ku di vê mijarê de berpirsyariya her kesekî heye. Divê şert û mercên lêxebatê werin pêk anîn û ji nav çar dîwaran derkevin. Divê jin tevlî jiyanê werin kirin. Piştî sîstema 4+4'ê hêsantir bû keçikên ciwan ji dibistanê werin girtin. Bi vê delîveyê malbatan zarokên xwe şandin dibistanê. Xwekujiyên jinan bi taybetî divê werin lêkolîn. Malbat ji biyaniyan re naxivin, em nikarin rehet bixebitin. Em piştgiriyê ji bo komîsyonê dixwazin. Bi vî awayî em dikarin xebateke baştir bikin."