Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî: Azadiya Ocalan wê were wateya aştiyê
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî, civîna Cenevreyê, polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Kurdan û tecrîda li ser Ocalan ji ANF'ê re nirxand û xwest, bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin bi dawî bibin.
ALÎ GULER
BRUKSEL
sêşem, 2 reşemiyê 2016, 09:56
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî diyar kir, pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn bi muzakere û diyalogê re dikare çareser bibe û got, "Mafê Kurdan e li ser axka xwe bi awayekî azad bijîn. Divê Tirkiye hurmetê nîşanî vê bide."
Ebadî ragihand, pirsgirêka herî mezin a li Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd e û destnîşan kir, ku ev pirsgirêk jî ancax bi rêya diyalog û muzakereyê were çareserkirin.
Ebadî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Azadiya Ocalan wê were wateya muzakere û aştiyê."
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî, civîna Cenevreyê, polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Kurdan û tecrîda li ser Ocalan ji ANF'ê re nirxand û xwest, bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin bi dawî bibin. Ebadî got, "Ez dixwazim muzakere û pêvajoya aştiyê ya hat têkbirin ji nû ve were destpêkirin û pirsgirêk bi rêya diyalogê were çareserkirin. Ev daxwaza min ji bo pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn derbas dibe. Bêguman li Rojhilata Navîn ne tenê pirsgirêka Kurd heye. Gelek pirsgirêkên li benda çareseriyê ne, hene. Pirsgirêka herî mezin jî pirsgirêka demokratîkbûyîna hikûmetan e. Pirsgirêkên xizanî û nelirêtiyê jî hene. Heta ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin, ti pirsgirêk çareser nabin." Ebadî rexne li venexwendina Kurdan ji bo Cenevreyê kir û destnîşan kir, ku ji civîn û platformek nûnerê gelan lê nîne, ti encam dernakeve.
'DIVÊ MUZAKERE JI NÛ VE DESTPÊ BIKE'
Şîrîn Ebadî rexneyeke tund li dewleta Tirk kir, ku bi çekê û rêbazên leşkerî bersivê dide daxwazên demokratîk û azadiyê yên Kurdan û ev nirxandin kir: "Ez bi mirina sivîlan diêşim. Ev yek binpêkirina mafên mirovan e. Divê Tirkiye hurmetê nîşanî mafên hindikayiyan û Kurdan bide. Dibe ku hejmara Kurdan ji ya Tirkan kêmtir be, lê belê divê demokrasî ji bo hemû gel û cihêrengiyan be. Pêwîste her kes xwedî heman mafan be. Eger li nava dewletekê zordarî hebe, li wir demokrasî nîne. Girîng e dewleta Tirk qanûnên mafên mirovan li ber çavan bigire. Divê Kurd li Tirkiyeyê xwedî hemû azadî û hemû mafên xwe bin, karibin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin û çanda xwe bijîn. Ev mafekî însanî ye. Lewma hêvîdarim wê di demeke kurt de muzakere ji nû ve destpê bike û pirsgirêk biqedin."
'AZADIYA OCALAN TÊ WATEYA MUZAKEREYÊ'
Ebadî bêdengiya dewletên cîhanê li pêşberî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê rexne kir û got, "Dewlet ji bo berjewendiyên xwe bêdeng in. Ji bo berjewendiyên xwe, mafên mirovan feda dikin. Lê belê saziyên mafên mirovan, raya giştî û çapemenî bêdeng nîne. Di vê mijarê de aciz in. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî çend roj berê da xuyakirin, ku mafên bingehîn ên Kurdan tên binpêkirin. Her wiha medya Ewropayê jî vê mijarê dinirxîne."
Şîrîn Ebadî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku Ocalan ji bo aştiyê şexsekî girîng e, divê di demeke kurt de azad bibe. Ebadî got, "Azadiya Ocalan wê were wateya aştî û muzakereyê. Lê belê niha nahêlin bi parêzer û malbata xwe re jî hevdîtinê bike. Hevdîtin mafê wî ye. Her wiha divê derfetên înternet û çapemeniyê jî jê re bê dayîn. Ev hemû mafê her girtiyê siyasî ye."