Xelata Sakîne Cansiz wê ji YPJ Şengalê re bê dayîn
Siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, wê li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya RJAK'ê bên bîranîn.
Siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, wê li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya RJAK'ê bên bîranîn.
Di merasîmên bîranînê de wê Xelata Sakîne Cansiz a her sal tê dayîn, îsal ji YPJ Şengalê re were dayîn.
Tevgera Jinên Azadîxwaz ên Kurd (RJAK) wê ji bo bîranîna siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê çalakiyan lidar bixe. Çalakiyên bîranînê wê bi şiyara "Sakîne Cansiz dengê azadiyê ye, têkoşîna Sakîne Cansiz dengê jinên Kurd ên Kurd e" bên lidarxistin. RJAK wê di çarçoveya van çalakiyên xwe de mîna her sal îsal jî Xelata Sakîne Cansiz bide. Hat ragihandin ku xelata îsal wê ji YPJ Şengalê re were dayîn.
XELAT WÊ JI YPJ ŞENGALÊ RE WERE DAYÎN
Der barê mijarê de rêveberê RJAK'ê Pervîn Hesen agahî da û got, "Em ê bi bernameyekê berfireh li Başûrê Kurdistanê jinên şoreşger ên li Parîsê hatine qetil kirin bi bîr bînin. Weke Rêxistina Jinên Azad, em ê xwedî li têkoşîna her sê jinên şoreşger derkevin. Pêwîste xwedî li têkoşîna wan bê derketin. Em ê hewl bidin deng û têkoşîna wan bigihînin hemû jinên Kurd. Weke Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) li Silêmaniyê di 9'ê Çile de, em ê marasîmekî bîranînê ji bo her sê jinên şoreşger ên Kurd lidar bixin. Em ê xelata jina şoreşger a Kurd Sakîne Cansiz, îsal bidin YPJ Şengalê. Di vê çalakiyê de wê der barê têkoşîn û jiyana Sakîne, Fîdan û Leyla de slayt bê nîşandan û semîner bê lidarxistin."
Pervîn Hesen diyar kir ku bi beşdarbûna rêxistinên din ên jinan wê li Hewlêrê nameyekê pêşkêşî Konsolosxaneya Fransayê bikin û daxwaz bikin ku kiryarên bûyerê bên diyar kirin û ceza kirin.