WHRD: Divê Tirkiye bes êrîşî jinên Kurd bike!
Parêzvanên Mafên Mirovan ên Jinê (WHRD) bi tundî li ber binçavkirina Kişanak û Akat rabû û xwest, derhal bên berdan.
Parêzvanên Mafên Mirovan ên Jinê (WHRD) bi tundî li ber binçavkirina Kişanak û Akat rabû û xwest, derhal bên berdan.
Koalîsyona Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Parêzvanên Mafên Mirovan ên Jinê (WHRD) li ser binçavkirina Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata û Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber binçavkirina Akat û Kişanak, em bi hêrs in" û hat bibîrxistin, ku Akat di Îlona 2016'an de tevlî Forûma 13. a Rêxistina Mafên Mirovan a Pêşveçûnê (AWID) bû. Koalîsyonê her wiha ragihand, hem Akat hem jî Kişanak li Parlamenta Tirkiyeyê bi erka parlamenteriyê rabû bûn.
WHRD'ê piştgiriya xwe ya ji bo Kişanak û Akat nîşan da û destnîşan kir, ku krîmînalîzekirina du endamên berê yên parlamentê, ku li dijî cihêkarî û şîdeta li jinê têkoşîneke rewa dimeşînin, ne ya qebûlkirinê ye.
Di daxuyaniyê de bang li rayedarên Tirk hat kirin, ku biryara Neteweyên Yekbûyî ya li ser rola girîng a parêzvanên mafên mirovan ên jin, nas bike.
Di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin, Akat û Kişanak derhal bên berdan û hat gotin, "Ji tenduristiya derûnî û fîzîkî ya her du jinên hatine binçavkirin, hikûmeta Tirk berpirsyar e."