BI DÎMEN

Weqfa Jinê UtaAmara 10 saliya xwe pîroz kir

Weqfa Jinê UtaAmara ya li bajarê Kasbach ê Elmanyayê kar dike, 10 saliya xwe pîroz kir.

Pîrozbahî bi tevlîbûna Kurdistanî, Elman û mirovên ji gelên cuda yên ji bajarên Lînz, Bonn, Neûwîed û Kolnê pêk hat.

Di destpêka pîrozbahiyê de berdevka saziyê Sandra Cray axivî. Cray da xuyakirin, ku li pişt berhem û karê deh zaran, nêrîn, pêşniyar û pratîka gelek jinan hene û spasiyên xwe pêşkêşî her kesên di vî warî de xebitîn, tevkarî kirin û proje afirandin, kir.

Cray destnîşan kir, Uta û Amara yên di sala 2005'an de li Kurdistanê di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, jinên gelekî xurt bûn û got, "Jîndarkirina bîranîna wan, bi zanekirin û xurtkirina jinê dibû. Yek ji amûrên vê yekê jî, karê weqfê bû. Bi vê armancê ev weqf li ser navê wan vebû. Em deh salan li dû xwe dihêlin, lê belê dizanin ku divê em hîn bêhtir bixebitin. Pêwîste em dewam bikin û xebatên xwe mezintir bikin. Mîna ku Aûdre Lord gotiye, 'Eger jineke bi tenê jî ne azad be, em jî nikarin azad bin. Mîna ku em ji bo azadiya xwe têdikoşin, divê em ji bo azadiya wê têbikoşin'."

Di pîrozbahiyê de piştî nîşandana hunera koma govendê ya zarokan a Têkoşîn, beşdaran govenda gerandin. Dûre Narînxan stranên xwe pêşkêş kirin.

Li standa ku belavokên li ser danasîna UtaAmara hebûn, her wiha xwarina ji mutbexên Kurd û Elman jî ji beşdaran re hatin dayîn.

...