Welatparêzê Kurd Lêhat Botî rehmet kir

Welatparêzê Kurd Mehmet Emlek (Lêhat Botî) yê li bajarê Wûppertala Elmanyayê dijî rehmet kir. Emlek sê sal in ji ber pênceşerê tedawî dibû.

Mehmet Emlek ê ji Cizîra Şirnexê di 2’ê Hezîrane de saet di 23.30’an de li bajarê Wûppertalê rehmet kir.

Emlek sê sal in ji ber penceşerê tedawî dibû. Emlekê 40 salî terzî bû û di komeleyên Kurdan de rêveberî jî dikir.

Hate diyarkirin ku daxwaza dawîn a Emlek ev bû ku li axa ku lê ji dayik bûye, xatir ji jiyanê bixwaze. Emlek digot “Divê ev beden biçe Cizîrê.”