Hisên Hecî: Madeya 140 weke amûreke propogandayê hilbijartinê tê bikaranîn
Endamê Tensîqiya Şengalê Hisên Hecî diyar kir ku divê gelê Êzidî li hember propogandayên hilbijartinê hişyar tevbigerin û behsa madeya 140’an a Destûra Iraqê kir.
Endamê Tensîqiya Şengalê Hisên Hecî diyar kir ku divê gelê Êzidî li hember propogandayên hilbijartinê hişyar tevbigerin û behsa madeya 140’an a Destûra Iraqê kir.
Endamê Tensîqiya Şengalê Hisên Hecî, bi bîr xist ku madeya 140 a Destûra Iraqê ji sala 2007’an vir ve nehatiye bicîhanîn û got ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) vê madeyê tenê ji bo propagandaya hilbijartinê bi kar tîne. Hecî, hişyarî da gelê Êzidî ku nebin qurbanê bangewaziyên hilbijartinê yên PDK’ê.
Hecî destnîşan kir ku Hikûmeta Bexdayê nikare mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bide, wê çawa bi mîlyaran dînaran ji bo cîbicîkirina madeya 140 xerc bike û bide kesên ku navê xwe qeyîd dikin.
Hecî bal kişand ser ofîsên qeydkirina navan, bi taybetî xwestina karta hilbijartinan, ku weke xefikekê li hember wan kesên ku dengê xwe qeyd dikin bi nav kir. Hecî, got ev cara yekem e ku di karekî wiha de karta hilbijartinan tê xwestin û diyar kir ku tu peywendiya madeya 140 bi alîkariya xelkê re tuneye, tenê ji ber hilbijartinan e.
‘RASTIYA ERDNÎGARÎ TÊNE PIŞTGUHKIRIN’
Hisên Hecî got, ‘’Madeya 140 bi razîbûna Herêma Kurdistanê di Destûra Iraqê de hatibû zêdekirin da ku çareseriyek ji bo herêmên bi nakok were dîtin. Ger ev made li gor daxwaza PDK’ê bihatana cîbicîkirin, wê ev herêm rasterast bi cografyaya Başûr ve hatibana girêdan. Lê belê, sînorê Başûrê Kurdistanê di sala 1991’an de, di bin navê "xeta 36" de hate diyarkirin û nikare bi qasî bihostekê jî li ser sînorê xwe zêde bike.
‘GEL HER TIŞT DIZANE’
Di dawiyê de, Hecî bang li gel kir ku hişyar bin û ev tişt got:"Armanca PDK'ê ew e ku li van herêman serdestiya xwe ji nû ve ava bike. Lê gel êdî rêbazên wan pir baş dizane. Tenê PDK behsa madeya 140'an dike. Ne saziyên fermî yên Iraqê û ne jî partiyên din ên siyasî vê rojevê bi cidî nagirin. Ev nîşan dide ku niyeteke wan tune."