Wê jin heta 8’ê Adarê li qadan bin

Jinên ku endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ne, ragihandin ku ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê wê di nava çalakiyan de bin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya ku KESK, DÎSK, TMMOB, DÎK jî di nav de ye têkildarî çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan a Navneteweyî daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Teksta hevpar a daxuyaniyê li avahiya SES’ê ya Amedê ji aliyê Berdevka Demkî ya Meclîsa Jinan a KESK’ê Rozerîn Çatak ve hate xwendin. Çatak diyar kir ku, “Ev êrîşên faşîst ên li ser jinan bi têkoşîna me dikare têk biçe. Li ser vî esasî me biryar daye ku ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê çalakiyan li dar bixin.”

Çatakê bernameya heta 25’ê Mijdarê wisa ragihand:

*Bi gerên kargehan em ê şîddeta mêr-dewletan teşhîr bikin. Em ê standan vekin û belavokan belav bikin.

*Di 21’ê Mijdarê de roja Sêşemê li ber avahiyên muftiyan em ê werin ba hev û diyar bikin ku em zagona muftuyan a ku mehrê dibire, qebûl nakin.

*Di 22’ê Mijdarê de wê kart ji girtiyên siyasî yên jin re were şandin.

*Di çarçoveya kampanyaya me ya bi navê ‘Em ne OHAL’ê, em demokrasiyê dixwazin’ em ê panel, sempozyûm û forûman li dar bixin.

*Di 25’ê Mijdarê de tevî rêxistin, partiyên siyasî û yên pîşeyî yên jinan em ê li qadan bin.