UTAMARA’yê projeya xwe ya ‘Tundî ne qedera me ye’ bi encam kir

UTAMARA’yê projeya xwe ya ‘Tundî ne qedera me ye’ bi encam kir

Projeya ‘Tundî ne qedera me ye, jin bi hev re jiyankirinê hîn dikin’ Navendan Hevdîtina Jinana Utamara ku ev 3 sale dimeşe bi encam bû. 6 hezar jinên penaber ji projeyê fêde girt. Di serlêdanan de dîsa tundîya nava malê di rêza yekemîn de bû.

Utamara di 2006’an de hat avakirin û ligel xizmetên xwe yên piştgiriyê kampa û aktîvîteyên civakî pêk anîn û projeya xwe ya Tundî ne qedera me ye, jin bi hev re jiyankirinê hîn dikin’ bi encam kir.

Proje li ser 4 xalan yên wekê ‘piştevaniya şêwirmendî, piştevaniya hiqûqî, piştevaniya psîkolojîk û xebatên perwerde û li hemberî tundîyê agahdarkirin’ xistin jiyanê û divê projeyê de ligel xebatkarên dildar yên Utamara kesên pispor jî cih girtin. Her wiha wezareta malbatî ya eyalate Rheinland-Pfalz û wezareta penaberan jî piştgirî dayê.

Navendên encamên rapora xwe weşand.

Navenda Utamara sedema hedefkirina jinên penaber jî di raporê de wiha vegot: “Ji ber ku van jinan ji herêmên xizan û şer koç kirine. Bi jinên penaber de ji ber tundîya şer ya welatên wan sendroma stres ya posttramatîk , depresyon, psîkosomatîk, xetereyên întîharê dertên holê. tundî nav malê, cînayet û tehdîtên ruhî zêde dibin. Ev jinên ku li her derê rastî newekheviya zayendê tên di warê adapteya nû ya civaka nû de zehmetiyên mezin dikişînin.”

HERÎ ZÊDE JINÊN TUNDÎA BAV Û DESTGIRTÎ DÎTIN SERÎ LÊ DAN

Di parorê de li gorî îstatîskên dane wiha ne: di 2009’an de 510 jin, di 2010’an de 1424 jin, di 2011’an de 2418 jin, di 2012’an de 1673 jin bi giştî 6025 jin ji projeyê fêde girtin. Her wiha di mijarên wekê tundî, tecawîz, bi zorê zewacê de serlêdana jinan çêbû.

Projeya ewil alîkarî dida penaberên jin yên Almanyayê piştre alîkarî da yên hemû welatên Ewropayê. Xizmet bi 6 zimanan kurdî, almanî, erebî, tirkî, îngîlîzî û ispanyolî hat dayîn. Ligorî raporê ji 32 gelên cuda jinan serî li projeyê dye. Ji sedî 60 ji almanyayê, ji sedî 40 ji Ewropayê serî lêdane.

Di dema serlêdana şêwirmendiya xetan de pirsên wekê ‘tişta ez dijîm tundîe, ez çawa ji vê rewşê xilas bibim, ji bo piştgiriya aborî derfet heye’ hatine pirsîn. Her wiha di mijarên hiqûqî de jî alîkarî hatiye xestin.

Di projeyê de ligel têkoşîna bi tundîê re terapiya klasîk û rêbazên parastinê jî hatin derxistin.

ENCAM Û TECRUBE

Di beşa tecrube û encamê ya raporê de jî ev tespît û pêşniyar hatin kirin

-Zêdebûna tundîa li hemberî jinê di pêvajoya vê projeyê de careke din hat piştrastkirin. Jinan herî zêde ji ber tundîya, bav, destgirtî hevjînê xwe serlêdan kir.

-Bi riya zewaca bi zorê ya ku wekê ‘bukên îthal’ tê binavkirin jinên ku tînin Ewropayê rastî tundîya fîzîkî tên. Her wiha rastî pêkanînên destdanîna ser pasaportê tên.

-Di mulakatên berê yên bi jinan re hatiye kirin de derketiye holê ku bi taybetî jinên penaber rastî tundîya cu bi cur tên. ji ber vê sedemê jî çareseriya pirsgirêkan jî demê digire. Ji ber vê jî xizmeta şêwirmedê 2 salan digire.

-Ji tespîta tundî ne kesane pirsgirêkeke civakiye, di hemû xebatan de jinên rastî tundîyê û hemû hawirdora civakî tevlê vê rewşê tê kirin. bi vê projeyê re hestiyarbûna li dijî tundîê zêde bû. 3 sal barê gelek pirsgirêkên wekê tabu dihatin dîtin niha vekirî tên nîqaşkirin.

- Zarokê dibe şahidê tundîya nava malê tenduristiya wan ne başe. Jina rastî tundîyê tê bi zarokê xwe re nekare têkiliyeke baş dayne. Divê projeyê de zarok jî wekê girseyeke din hatin diyarkirin û ji bo wan jî xebatên taybet hewceye.

- Ev proje bi 6 zimanên cuda hat meşndin û ev jî bo jinên komên cuda hêsanî bû. jinan bi zimanê xwe derdên xwe parvekirin.

-Di encama projeyê de hate dîtinku gelek jin êdî dikarin li piyê xwe bisekinin û bixwe bawerbûna wan zêde bûye. Serkeftina herî mezin ya projeyê yek ev bû ku gelek jin îro ji lîsteya mirinê derketin. Em ji bo hemû jinên ku piştgirî dan vê projeyê spas dikin.