UTAMARA: Ji qetilkirina jinan re êdî bes e

Navenda Jivana Jinê-UTAMARA, têkildarî qetilkirina jina ciwan a bi navê Şîlan Hesen a 21 salî, ku di 13'ê Adarê de li bajarê Elmanya Hannoverê hat kuştin daxuyaniyek weşand û got, "Ji qetilkirina jinan re êdî bes e."

Navenda Jivana Jinê-UTAMARA, têkildarî qetilkirina jina ciwan a bi navê Şîlan Hesen a 21 salî, ku di 13'ê Adarê de li bajarê Elmanya Hannoverê hat kuştin daxuyaniyek weşand û got, "Ji qetilkirina jinan re êdî bes e."

Navenda Jivana Jinê-UTAMARA daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, di 13'ê Adara 2015'an de li Hannover-Langenhagenê, di dema dawetekê de jineke ciwan bi awayekî wehşî hat qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Şîlan Hesen (21) a ji eşîreke Êzidî ya li Iraqê ye, nexwestiye bi kesê malbatê dixwest pê re bizewicîne bizewice û li aliyê kesekî ji nava xizmên xwe ve di dema dawetek li herêmê de bi çekê hatiye qetilkirin. Navenda Jivana Jinê-UTAMARA da zanîn, ku kujerê gule berda serê Şîlan Hesen, piştî bûyerê reviya ye û polîs lê digere. UTAMARA ev cînayet mehkûm kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em gelekî pê dêşin ku hejmara bûyerên qetilkirina jinan roj bi roj zêde dibe. Civaka me ya Êzidî, ku rastî êrîşên li dijî mirovahiyê yên DAIŞ'ê hat û bi hezaran jinên vê civaka me rastî pêkanîn wehşî hatin, em di wê baweriyê de ne ku divê li hemberî qetilkirina jinan hîn bi biryar û bi bandor têbikoşe. Bi redkirina qetilkirina jinan û bi mehkûmkirina mejiyê paşverû yê zemînê ji van komkujiyan re dafirîne, dikare pêşî li qetilkirina jinan were kirin."

Di daxuyaniyê de bang li tevahiya civakê hat kirin ku qetilkirina jinan mehkûm bike û destûrê nede kesên xwedî meyleke bi vî rengî.