Utamara: Em ne komeleya kursiyê ne, têkoşînê bi rêxistin dikin

Utamara: Em ne komeleya kursiyê ne, têkoşînê bi rêxistin dikin

Komeleya jinan a Utamara projeya xwe ya sê salan a bi navê “Tundî ne çarenûsa me ye” bi encam kir û got: “Em naxwazin ji bo jinan bibin komeleya kursiyê. Armanc û rêbaza me ya sereke ew e ku em bi jêderên tundiya li ser jinan re bên rû hev û bi têkoşînê vê yekê çareser bikin. Em bi xwexapandineke weke ‘Em ê w e azad bikin’ naxebitin.”

Navenda Hevgihîna Jinan a Utamarayê sala 2006’ê hat avakirin û ji wê rojê heta niha li gel piştevanî û xizmetên ji bo desteka jinan, bi xebatên çalakiyên civakî û kampan bala jinên penaber kişand. Ji sala 2009 ve projeyeke girîng ji bo jinan dimeşand û proje piştî 3 salan bi encam bû. Proje tebaxa 2012’ê bi dawî bû. Biencambûna projeyê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinê ya Cîhanê ji raya giştî re ragihand. Ev projeya bi çar sernavên weke xeta piştevaniyê, desteka derûnî, piştgiriya huqûqî û xebatên zanekirinê, pêşî li Almanyayê û piştre li welatên din ên Ewropayê belav bû û xwe gihand gelek jinên penaber ên li rastî tundiyê tên.

Xebatkarên Utamara Fadîle Yildirim, Rahşan Kobanê, Songul Talay û Meike Nack bersiv dan pirsên ji ANF’ê Nîlay Egelî yên derbarê projeyê de.

Ji endamên komeleyê Fadîle Yildirim got; “ Ev proje bi awayeke giştî ku bo tundiya li ser jinê bê dîtin û li gel vê jî têkoşîn bê meşandin bû. Navê projeyê jî ji wir tê ‘Tundî ne çarenûsa me ye, jin dikarin bi hev re jiyanê bi rêxistin bikin’. Ev proje balê dikişîne ser karekterên gerdûnî yên tundiyê. Ji ber ku li ku dibe, ji kîjan neteweyê dibe bila bibe, jin li rastî tundiyê tên.”

Rahşan Kobanê jî diyar kir ku hedefa wan a dawiyê ew e ku tundiya li ser jinê pênase bikin û jin bi xwe bikarin derbarê jiyana xwe de biryara bidin û bi xwe bawer bin û got: “Ev proje ji 4 sernavan pêk tê. Jinan pêşî bi rêya xeta piştevaniyê serlêdan kirin. Piştre me komên travmayê pêk anîn. Jinên li rastî tundiyê tên di çalakiyên cûda de li hev kom kir. Ji bo jinên desteka huqûqî dixwazin jî me xebat meşand. Aliyê hevpar ê van hemû xebatan ew bû ku; me ne got jin pirsgirêk jiyane, em wê pirsgirêkê çareser bikin, serlêdanan bi encam bikin. Me pirsgirêkê ji binî ve nirxand. Me got bila baweriya wan bi wan çêbibe û bikarin derbarê jiyana xwe de biryara xwe bidin.

Songul Talay jî diyar kir ku ev proje bi kêrî zêdetirê 6 hezar jinana hat û got: “ Em semîner û panelên ku li welatên cûda pêk hatin naxin nava vê hejmarê. Me bi zimanên Kurdî, Tirkî, Almanî, Înglîzî, Erebî û Spanî li li gelek welatan xizmet dda jinan. Li Almanya û derveyê Almanyayê herî zêde jinên ji Rojhilata Navîn, Balkan û welatên Asyaya Dûr serlêdana kirin. Ji hemû temenna jinan serlêdan kirin.”

Tanay wiha domand: “Hinek ji vana demek dirêj bû ku dixwazin li dijî tundiyê pêngav biavêjin lê ditirsiyan. Şerm dikirin, an jî gelek caran şans dabûn zilaman. Dixwazin bêjin êdî bes e, lê nedizanî dê vê yekê bi tenê bikin. Serlêdana herî zêde tundiya di nava malbatê de bû. Herî zêde jinên li rastî tundiya hevser, hezkirî an jî bavên xwe tên serlêdan kirin. Serlêdanên derbarê zewicandina bi darê zorê, hevberdanê de jî zêde h ebûn.

Meike Nack jî derbarê armanca projeyê de got: “Gava me dest bi projeyê kir armanca me mezin bû. Bi ya min em gihiştin armanca xwe. Beriya her tiştê, me bi xebatên zanekirin û semîneran gelek dîwaran hilweşand. Ev proje ji bo jinên li rastî tundiyê tên bû nexşerêyek. Nîşan da ka dê çawa bikarin li dijî tundiyê têbikoşin û çi rêbazan bi kar bînin.”

Rahşan Kobanê jî got: “Tenê kontakek bi rêya telefonê nabe parastin. Armanca me ya sereke ew bû ku em tiştek cûda bikin. Li vir jin xwe nas dike û hêza xew dizane. Dizane ku jinek xweşik e” û wiha domand: “Her hûn di warê civakî, siyasî, psîkolojîk de hewl bidin, teqez hûn dê encamekê bi dest bixin. Jiyana hemû jinên hatin vir guherî.

Songul Talay: Ev projeya me di 3 salan de qediya. Lê dê di pratîkê de berdewam bike. Ev yek aşkere bû ku pêwîstî bi wê yekê heye ku projeyeke berfirehtir bê pêkanîn. 4 beşên sereke yên projeyê dê berdewam bike. Ji niha û pêve projeya me ya malbatê heye. Li gel jin û zarokan, em dixwazin bavan jî beşdarî vê pêvajoyê bikin. Bi taybet bi xebatên perwerdehî.