UTAMARA: Em ê bi rêxistinbûnê û xweparastinê heq jê derkevin

Ji ber 25’ê Mijdarê, UTAMARA jinên ku hatine kuştin bi bîr anî û got, "Em ê bi hişyarbûnê, bi rêxistinbûn, bi xweparastinê û bi bilindkirina îdeayên xwe heq ji tundî, destavêtin û mêtingeriyê derkevin."

Navenda Pevgihînê ya UTAMARA ji ber 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin hişmendiya talan û mêtingeriyê hewl dide ku xwe li ser hîs, ziman, çand û bedena jinê ava bike û wiha hate gotin, "hişmendiya kapîtalîst bi kûrkirina vê, ziravkirina vê  bi kodkirinên civakî yên objeya zayendî, amûra reklamê, hêza erzan a kar dike meta. Hişmendiya ku jin dikare bibe her kes lê nikare bibe xwe, amûrên ku jin di nav statûya civakî de bibe xeleqa herî qels honandiye."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dîktatorê Komara Domînîkê Rafael Trujîllo ku yek ji berhem û nûnerê polîtîkaya tundiyê ya 5 hezar salî ya hişmendiya zilêm a li ser jinê ye, piştî daxuyaniya, "li ser  welatê me du taloke hene; dêr û xwîşkên Mîrabel" 25’ê Mijdarê xwîşkên Mîrabel bi destavêtinê û êşkenceya dij mirovî hatin kuştin. Bi vê komkujiyê ya ku dihate amanckirin ew bû ku vîna hemû jinan radest were girtin û serê xwe ji pergalê re bitewînin. Niha jin li cografyayên cihê bin û bi rengê cihê jî bin bi herman cure rêbazên tundiyê re hevrû dibin û têne kuştin.

Li Norwêcê jina ku bi du keçên xwe re ji hêla hevserê wê ve hatî kuştin û cesedên wan di sarincokê de hatî veşartin, jina ku li Manhemîmê bi kêrê hatî kuştin û herî dawî li Hannoverê jinek li ber çavê sê zarokên wê hate kuştin, nîşan dide ku tundiya li ser jinê bi heman rêbazî li her deverê li ser kar e. Tundiya li ser jinê ya ku her diçe zêdetir dibe bi aqil û erka dewletê zêdetir dibe û heman rêbaz têne bikaranîn. Yasayên ku ji hêla dewletan ve hatin danîn jî têrê nakin ku jinê biparêzin û nikarin tacîz, tecawiz û kuştinan bisekinînin. Herî dawî li Tirkiyê hikûmeta AKP’ê, bi hewldana yasakirinê ya ku tecawizkaran û jinên ku tecawiz li wan hatî kirin bidin zewicandin, hevlayenî vî aqilê serwer ê zilêm ku hewl didn kultura tecawizê bike zagon, êrîşa li ser jinê bi navê zagonan hişmendiya normalîzekirinê tîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin li Ewropa, Kurdistanê û Rojhilata Navîn têkoşîna jinê geş dibe û wiha hate gotin, "Em ê bi hişyarbûnê, bi rêxistinbûn û pêkanîna parastina gewherî, bi bilindkirina îdeayên xwe heq ji tundî, destavêtin û mêtingeriyê derkevin."

BANG

UTAMARA xwîşkên Mîrabel û hemû jinên ku bi hişmendiya serwer a zilêm hatin kuştin bi bîr anî û ev peyam da: "Em bang li jinan dikin ku li dijî her cure mêtingeriyê, dengê xwe derxînin û hêza xwe mezin bikin."