UTAMARA 15'ê Hezîranê ji bo zarokan wê şahiyekê bike

Navenda Kombûna Jinan a  UTAMARA 15'ê Hezîranê ji bo zarokan wê bernameyeke şahiyê ya berfireh li dar bixe. Şahiya Zarokan a Keskesorê ku her sal tê lidarxistin, îsal jî bi dirûşma ''Xeyalên me qirêj nekin'' wê pêk were.

Navenda Kombûna Jinan UTAMARA ku xizmeta hiqûqî û psîkolojîk li Elmanya ji bo jinan dike, havînan jî ji bo jin, zarok û ciwanan kampên perwerde û aktiviteyên sosyal çêdike.

Navend ji bo car caran kom werin cem hev û hevkariyê bikin zemînê çêdike, van rojên pêş ji bo zarokan û jinên xwedî zarok ji bo şahiyê û kampê xwe kar dike.

Li bajarê Lînz (am Rheîn) a Elmanyayê ku Navenda Kombûna Jinan UTAMARA lê ye, 15'ê Hezîranê ji bo zarokan wê bernameyeke dewlemend were kirin.

Şahiya Zarokan Keskesor ku her sal tê kirin, îsal bi dirûşma ''Xeyalên me qirêj nekin'' wê pêk were.

Gelek sazî û dezgeh jî destekê didin şahiya zarokan. Her wiha ji ber ku dibistan têne girtin, 19-21'ê Tîrmehê jî wê Kampa Zarokan were lidarxistin. Di navbeyna 26'ê Tîrmehê û 2'yê Tebaxê de wê Kampa Dayik û Zarokan were organîzekirin.

Navenda Kombûna Jinan bi wê felsefeyê tevdigere ku hemû newekhevî ji tundiya zilamserwr tên û ev tundî bi hevgirtin û rêxistiniya jinan dikare ji holê were kirin û ji bo vê jî têkoşîn divê were kirin. UTAMARA bi desteka dildaran jî gelek xebat û projeyên girîng dike.