Ûçar: Vê qanûnê derfeta dawî ji jinê stend

Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB), qanûna ku cezayê girtîgehê dide kesên beriya mehra fermî mehra olî dikin, li dijî destûra bingehîn dît û ev qanûn rakir.

Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB), qanûna ku cezayê girtîgehê dide kesên beriya mehra fermî mehra olî dikin, li dijî destûra bingehîn dît û ev qanûn rakir. Parêzer Canan Ûçar nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got, "Beriya vê biryarê, qet nebe di destê jinan de siparteyeke qanûnî hebû. Lê belê ev derfet niha ji jinê tê stendin. Ev rewşeke nayê qebûlkirin e."

Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Pasînler a Erzîromê, ji bo betalkirina bendên 5. û 6. ên xala 230. a Qanûna Ceza ya Tirk a bi serenavê "Zewaca ji yekê zêdetir, zewaca bi hîle, merasîma olî" par serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) da. Dadgeha Bilind der barê mijarê de di nava hefteyê de biryara xwe da û her du bendên qanûnê yên cezayê girtîgehê dide kesên beriya mehra fermî mehra olî dibirin, betal kir.

Dadgehê ji bo vê biryara xwe jî, 'hurmeta li jiyana taybet û bi sînorkirina azadiya ol û wijdanê' weke hincet nîşan da.

'LI GORÎ BAWERIYA XWE'

Dadgehê di biryara xwe de bal kişand ser jin û mêrên bi hev re dijîn û got, "Ji aliyê esasî ve, bêyî merasîmeke olî yan jî mehra olî jiyana bi hev re ya jin û mêran û bûyîna xwedî zarokan, di çarçoveya hurmeta li jiyana taybet sûc nayê dîtin. Di rewşeke bi vî rengî de sûcdarkirina merasîma olî ya ji bo zewacê ya li gorî baweriya olî û tercîha xwe, bê pîvaniyê nîşan dide."

'JIN WÊ DÎSA MEXDÛR BE'

Parêzer Canan Ûçar anî ziman ku ev biryara DDB wê pirsgirêkên mezin derxîne pêşiya jinan û got, "Jinên ku di rewşa cihêbûnê de mexdûr in û bi awayekî ne wekhev dest bi qada civakî din, wê ji niha û pê ve bêhtir li pirsgirêkan rast bên. Ev qanûn wê di mijarên nafaka, têkiliya şexsî ya bi zarokan re, bi taybetî jî di rewşa cihêbûnê de wê di mijara parvekirina mal û milk de, di dayîna tazmînata madî de pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne."

Ûçar got, "Beriya vê biryarê, qet nebe di destê jinan de siparteyeke qanûnî hebû. Lê belê ev derfet niha ji jinê tê stendin. Herî zêde jin û zarokên di vê zewacê de çêbûne, wê ji vê rewşê zerarê bibînin. Dadgeha Destûra Bingehîn di heman demê de pêşî li zewaca di temenê zarokatiyê de vekiriye û rewa kiriye."